Li Reqayê zêdeyî 70 donim zeviyên genim şewitîn

16-06-2023
RÛDAW
Nîşan Reqa Şewat Şewitîna Zeviyan Zeviyên Çandiniyê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê Reqayê li bakurê Sûriyê ku di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye, agir bi zêdeyî 70 donim zeviyên genim ket û di encam de şewitîn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, duh 15ê Hezîranê li gundê Delhe ku dikeve 21 kîlometriya rojhilatê Reqayê agir bi zêdeyî 70 donim zeviyên çandiniyê ket.

Li gor zanyariyan, ew zevî genim lê hatibûn çandin û yên sê cotkaran bûn û di encama şewata duh de bi temamî şewitîn.

Derbarê sedema şewata zeviyên genim de hatiye ragihandin ku cotkaran agir berdabûn pirêzeyan, lê piştre agir ji kontrola wan derketibû û derbasî nav zeviyên genim bibû.

Li gor heman çavkaniyan, îsal ji destpêka demsala dirûna genim ve heta niha 32 bûyerên şewitandina zeviyên genim li parêzgeha Reqayê çêbûne.

Parêzgeha Reqayê di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Her îsal çend bûyerên şewata zeviyên çandiniyê li herêmên Kobanî, Til Temir, Dêrik û Amûdê jî çêbûne û di encama wan şewatan de bi dehan donim erdên cotkatan şewitîne.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser îsal hişyarî dabû cotkaran ku zêdetir baldar bin, zeviyên xwe yên çandiniyê ji bûyerên şewatê biparêzin û tekez kiribû, ew îsal cotkaran qerebû nakin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst