Li Amedê ji ber elektrîkê nêzikî 200 donim genim şewitî

12-06-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Zeviyên Çandiniyê Şewitîna Zeviyan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di nav çend rojên borî de li çend bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber elektrîkê nêzîkî 2 hezar donim zeviyên çandiniyê yên cotkaran şewitine.

Agirê ku ji stûna elektirîkê pekiyaye di nav çend deqeyan de 201 donim genim jinav birîye  û ji şewatê tenê erdek reş û tarî û wek komirê maye. Xwedîyê zevîyê cotkar Behçet Dîrekçî jî bi xemgînî û bêçarê li berhewabûna ked a xwe a salê dinêre.

Behçet Dîrekçî cotkarê ku zeviya wî şewitiye got “201 donim genimê min şewitîn. Sedem xeta elektirîkê a Dedaşê ye ku ji seksonelê wan têl qetiya ketiye nav zeviyê agir avêtiye û di encamê de 201 donim erdê min şewitiye. Zirara min milyonek û 500 hezar lîre ye. Îsal 17-18 sal in ev têl neguhertine, belkî 20 sal jî hebe. Divê ev têlana bi gişt werin kontrolkirin û werin temîrkirin. Di xetayek biçûk de elektirîk davêje nav erdê. Yanî tu heqê wan tuneye ku keda xelkê li erdê bihêlin.”

Serokê Odeya cotkarên navçeya sûrê Mihemed Demîr jî ku çend roj berî niha zeviya wî jî bi agirê elektirîkê şewitiye jî ji bo rêgiriya li ber şewata zeviyên çandiniyê bang li rayedar û cotkaran kir.

Serokê Odeya Cotkarên Sûrê Mihemed Demîr dibêje “Divê kompaniya elektirîkê ya Dedaşê li têlê xwe, li seksonelê xwe miqate bin. Dema ba radibe, firtone çêdibe bila elektirîkê qut bikin ku heta millet vê genimê xwe diçinini û debra xwe radikin. Çimkî ev serweta netewî ye ha. Yek jî ji bîçerciyan re dibêjim bira ew jî baldar bin. Agir ji biçeran jî bi zeviyan dikeve. Cotkar jî dema diçin ser erdê xwe divê traktorên wan û tankêrên wan ên avê bi wan re bin. Qet nebe dema tiştek çêdibe ku karibin demildest midaxele bikin.”

Her sal di werzê çinînê de bi hezaran donim erd ji bê tevdîriyê dişewitin. Di van rojên ku çinînê dest pê kiriye de jî tenê di çend rojên borî de li Amed, Êlîh, Dîlok, Mêrdîn û çendîn bajaran din nêzîkî 2 hezar donim erd bi sedemên cûda cûda şewitîne û cotkar li zirarek mezin ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst