Hewlêr (Rûdaw) – Ava Çemê Feratê gelekî kêm bûye û xelkê Reqayê ji ber şêlûbûn û pîsbûna ava çem di bin metirsiyê de ne.
Birêvebiriya Avê ya Reqayê diyar dike ku sedema sereke kêmbûna ava Çemê Feratê ye û ew hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.
"Sedem kêmbûna ava Firatê ye"
Hevserokê Birêvebiriya Avê ya Reqayê Hisên Circib, sedema pirsgirêkê bi kêmbûna ava Çemê Feratê ve girê da.
Hisên Circib got, "Dema av dadikeve, şêlûbûn zêde dibe. Me havîna borî jî ji ber vê yekê gelek zehmetî dît."
Circib diyar kir ku tîmên wan ên taybet bi şev û roj dixebitin û tora avê paqij dikin.
Wî da zanîn ku çareseriya bingehîn bilindbûna asta ava çem e û got, "Şêlûbûna avê bi temamî bi dawî nabe heta ku asta ava çem bilind nebe."
"Ji bo bilindkirina avê bendavek tê çêkirin"
Beşa Pompeyan a Birêvebiriya Avê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di nav çem de dest bi avakirina bendaveke kevirî kiriye.
Serperiştiyarê Pompeyan Hisên Ferec li ser vê yekê got, "Ji ber kêmbûna avê, gelek caran stasyona avê ji kar dike.
Niha em vê bendavê çêdikin da ku asta avê bilind bibe û stasyon bikaribe bi awayekî asayî kar bike."
Hevserokatiya Birêvebiriya Avê ya Reqayê eşkere kir ku kêmbûna ava Çemê Feratê di sektorên çandinî û ava vexwarinê de pirsgirêkên mezin çêkirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse