Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Bendavan a Rêveberiya Xweser hişyarî da ku asta ava Çemê Feratê nêzîkî "asta mirî" bûye, ev jî dê bendavê ji xizmetê derxe û bibe sedema karesatekê.
Asta ava Çemê Feratê rojane bi qasî 2 santîmetreyan kêm dibe, ev jî bandorê li bedena Bendava Feratê dike ku blokên betonê yên bendavê bê parastin dimînin.
Her wiha rojane zêdetirî 6 milyon metrekub ava Gola Feratê kêm dibe û herikîna ava kanala avdanê di saniyeyê de daketiye 20 metrekubî.
Imad Ibêdê ji birêvebirên Rêveberiya Bendavan a Rêveberiya Xweser li ser mijarê ji ANHAyê re axivî û diyar kir gola Feratê têra 14 milyar metrekub avê dike lê niha asta avê 7 metreyan ji "asta bibandor" kêmtir bûye.
Ibêd tekez kir ku rewşeke wiha kêm caran çêbûye û rasterast bandor li ser xebitandina Bendava Feratê û sektorên ku jê sûdê werdigirin kiriye.
Wî da zanîn ku daketina asta ava golê hiştiye ku blokên betonê bê parastin bimînin ku dê bandorê li pergal û bedena bendavê bike.
Ibêd derbarê asta avê de ku wekî "asta mirî" tê dîtin, hişyarî da ku êdî ev ast têrê nake ku turbînên hilberandina elektrîkê yên bendavê bixebitin ku ji bo xebitandina bibandor zexta avê ya herî kêm 40 metreyî hewce dike.
Imad Ibêdê bi bîr xist ku eger asta avê çend santîmên din kêm bibe dikare bendavê ji xizmetê derxe.
Ibêd daxuyand ku herikîna avê ya niha di saniyeyê de ji 250 metrekubî derbas nabe, ev jî li gorî peymanên di navbera Sûriye, Îraq û Tirkiyeyê de kêmtirî nîvê herîkînê ye.
Li gorî nûçeyê, “Dewleta Tirk jî siyasetên girtina ava çeman didomîne.”
Ibêd diyar kir ku nûçeyên li ser medyaya dîjîtal ên ku derbarê zêdebûna herikîna avê belav dibin ne rast in û ew nûçe wekî "gotegotên bêbingeh" bi nav kirin.
Li ser bendava Feratê 8 setên hilberandina enerjiyê hene, 4 ji wan dixetibin, her yek ji wan 110 megawatt elektrîkê hildiberîne lê di rewşa heyî de hilbirandina her 4 setan 60-65 megawattan derbas nake.
Ibêd bi bîr xist ku beriya niha BendavaTişrînê jî ji ber kêmbûna asta avê bi qasî hefteyekê ji xizmetê derketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse