WAN – Ava bendavan zêde bû: Dilopek av jî gelekî bi qîmet e

23-03-2024
Nîşan Wan Baran Bendav Av Zêdebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bendavên Încesû û Morgedikê yên li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê asta avê bilind bûye.

Her du bendavên ku sala par bi metirsiya hişkbûnê re rû bi rû man, îsal piştî baranên biharê geş bûne û asta ava wan bilind bûye.

Pispor dibêjin, rewşa hewayê ew qasî guheriye ku “Edî dilopek av jî gelekî bi qîmet e.”

“Berf û baranê hêviyên me ji nû ve geş kirin”

Akademîsyenê Beşa Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Mustafa Akkuş got:

“Berf û barana ku di demên dawî de bariya hêviyên me ji nû ve geş kirin û bi taybetî ji bo bendavan bû sîmîda canî.

Ji ber ku li vê herêmê girîngiyeke jiyanî ya bendavan heye.

Bi kombûna ava baranê re ev ji me re dibin depoyên ava ku havînê tê bikaranîn.”

Bilindbûna asta çem, rûbar û bendavan sûdeke zêde digihîne zêdebûna masiyên Gola Wanê û çandiniya herêmê.

“Hişkesaliyê jiyana me zehmettir dikir”

Muxtarê Gundê Çaqirbegê Mehmet Demîr kêfxweşiya xwe ya ji bo baranên bibereket wiha anî zimên:

“Salên berê li van deran hişkesalî hebû. Spas ji Xwedê re ji meha adarê ve baran gelekî xweş dibare.

Asta çem û rûbaran jî bilind bû û înşalah ji bo çandiniya Erdîşê dê bibe bereket û xweşî.

Ji ber ku hişkesaliyê jiyana me zehmettir dikir, em ji bo baranê kêfxweş in.”

Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li herêma Gola Wanê kiriye.

Li gor nexşeya ku ji aliyê Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ve sala 2022yan hatiye belavkirin, herêma Gola Wanê di nava qadên hişkesaliya tund ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst