Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi boneya salvegera damezirandina wan pîrozbahî li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) kir.
PDK 16yê Tebaxa 1946an hate avakirin û îro salvegera 79emîn a damezirandina we ye.
PDK-Î jî 16ê Tebaxa 1945an li Mehabadê bi serokatiya Pêşewa Qazî Muhammed hat damezirandin û îro salvegera 80emîn a wê ye.
Serokê Giştî PWKyê Mustafa Ozçelîk bi boneya salvegera damezirandina PDK peyamek belav kir.
Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku PDK yek ji damezirenerên esasî yê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.
“PDK beşeke têkoşîna azadiya Kurdistanê ya 200 salî ye”
Peyama Ozeçelîk a debarê PDKyê wiha ye:
“Gava ku em behsa PDKyê dikin, di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe, bêyî westan, bi sebir, bi hişmendiyeke netewî heta îro hatiye.
PDK, berdewamî û beşeke têkoşîna azadiya Kurdistanê ya 200 salî ye.
PDK, di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û baweriya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de hîmeke esasî ye.
PDK aktorê Peymana Otonomiyê ya 1970yî ye.
Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê ye.
“PDK yek ji dameziranerên esasî yê destkeftinên neteweyî ye”
PDK yek ji dameziranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.
PDK, hurmetkar û bar hilgirekî wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kiribû ye.
Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê, herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geşkirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadiya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstiye.
“PDK dê rola xwe ya neteweyî û dîrokî bilehîze”
Em di wê baweriyê de ne, ji bo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên siyasî, demokratîk, sivîl û aştiyane bê çareser kirin, jibo ku gelê me karibe azadiya xwe, mafên xwe yên neteweyî, demokratîk b idest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, neteweyî û dîrokî bilehîze.
Em di wê baweriyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitiya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftiyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasiyeteke netewî û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.
Bi van hestên xwe yên neteweyî, niştimanî em 79 saliya damezirandina PDKyê pîroz dikin.
Em di salvegera 79emîn damezirandina PDKyê de, rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzaniyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.”
Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk her wiha pîrozbahî li PDK-Îranê jî kir.
“PDK-Îranê têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê gihandiye îro”
Peyama wî ya ji bo PDK-Îranê jî bi vî rengî ye:
“PDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jiyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mehabadê ava kir û rêveberiya wê kir.
PDK-Îran ev e 80 sal in hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandiye roja îro.
“PDK-Îran barêkî bi rûmet hildigire”
PDK-Îran partiya Pêşewa Qazî Mihemed, partiya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û ev 80 sal in bi hişmendî û siyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwer wekî aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê, doza azadiya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.
PDK- Îran di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye lê ti carî alaya azadî û têkoşînê li erdê nexistiye.
“PDK-Îranê bandora xew li her sê perçeyên Kurdistanê kir”
Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, wekî bayê azadiyê tesîra xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.
Îro jî ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed radestî Mele Mistefa Barzaniyê nemir kir, bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer, xebatkar û kedkarên doza azadiya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî li ba dide.
Me doj jî îro jî têkoşîna xwişk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wekî têkoşîna xwe dîtiye.
Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xwişl û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.Û ti şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadiya xwe bi dest bixe.
Em di 80 saliya damzrandina PDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
Em bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, ji Bakurê Kurdistanê 80 saliya damzirandina PDK-Îranê pîroz dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse