Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd Muslit qebûl kir.
Serok Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd Muslit re civiya.
Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî “di civînê de li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên herêmê, bi taybetî jî li rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) hatin gotûbêjkirin”.
Di civînê de her wiha hat tekezkirin ku “ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê aliyên siyasî yên Sûriyeyê û hikûmeta Sûriyeyê ji bo bikaranîna rêbazên diyalog û qebûlkirina hev werin teşwîqkirin û bi vî awayî pirsgirêk û astengî werin derbaskirin”.
Her wiha hat ducarekirin, nabe ku nakokiyên di navbera aliyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de bibin sedema şerekî di navbera Kurd û Ereban de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse