Hevserokê MSDyê: HSD saziyek e ji bo parastina xak û sînorê Sûriyeyê

16-08-2025
RÛDAW
Hevserokê MSDyê Mehmûd Muslit /Wêne: Rûdaw
Hevserokê MSDyê Mehmûd Muslit /Wêne: Rûdaw
Nîşan Mehmûd Muslit MSD Rêveberiya Xweser Sûriye
A+ A-

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd Muslit li ser HSDyê got “Ev saziyek e ji bo parastina xak û sînorê Sûriyeyê. Em nabêjin HSD naxwaze bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê, belê em dixwazin, lê hinek mijar hene ku divê bi diyalogê werin çareserkirin

 ragihand ku hevdîtina wî ya li gel Serok Mesûd Barzanî "gelekî dostane" bûye û got, "Cenabê Serok li ser berçavgirtina berjewendiyên niştimanî û yekîtiya Sûriyeyê rijd bû."

Hevserokê MSDyê got, “Em û serkirdatiya Herêma Kurdistanê hemfikir in ku divê Sûriye ber bi diyalogê ve biçe, ti rêyeke din nîne, em naxwazin bikevin nav şerê navxweyî."

Derbarê konferansa Hisîçayê de behsa wê yekê kir, "Ew temamker û beşek ji wê rêkeftina Adarê bû ku pêkhateyên Sûriyeyê di bin sîwana Sûriyeyê de kom kirin."

Mehmûd Muslit ducare kir, "Baweriya me bi yekîtiya gel û xaka Sûriyeyê heye, ev mijar xelas bûye, lê divê li gorî şiyanê ji bo afirandina zemîneke diyalogê li gel hemû pêkhateyan kar were kirin."

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mehmûd Muslit bû mêvanê Rûdawê û derbarê bipêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Rûdaw: Hevdîtina we û Serok Mesûd Barzanî çawa bû?

Mehmûd Muslit: Hevdîtin dostane bû. Rêz û qedreke me ya mezin ji bo Cenabê Serok Mesûd Barzanî heye. Ez li vir rojbûna Cenabê Serok pîroz dikim. Bila her saleke Serok, Kurdistan û gelê Herêma Kurdistanê bi xêr û xweşî be. Di rastiyê de hevdîtin gelekî dostane bû. Cenabê Serok li ser berçavgirtina berjewendiyên niştimanî û yekîtiya Sûriyeyê rijd bû. Di navbera Sûriyan de ji bilî diyalogê ti rêyeke din nîne.

Min wêneyekî temam derbarê rewşa herêma me û serdana me ya Washingtonê de da ber çavê Cenabê Serok, min hemû ji wî re şîrove kir. Ew gelekî li ser yekîtiya Sûriyeyê rijd bû. Her tim digot, “Eger tiştek hebe ku em karibin ji bo Sûriye û gelê Sûriyeyê yê ezîz bikin, em amade ne.” Ev jî ji bo Cenabê Serok û serkirdatiya Kurdistanê tiştekî xerîb nebû.

Rûdaw: Hûn rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya ji bo nêzîkbûna aliyên cuda yên Sûriyeyê çawa dibînin?

Mehmûd Muslit: Em û serkirdatiya Herêma Kurdistanê hemfikir in ku divê Sûriye ber bi diyalogê ve biçe, ti rêyeke din nîne. Em naxwazin bikevin nav şerê navxweyî, çimkî xwedê neke, şerê navxweyî me ber bi perçebûn û tiştên xerab ve dibe. Wekî ku Cenabê Serok jî agahdar e, Sûriye di rewşeke gelekî dijwar re derbas bûye, di van 14 salên kuştin, komkujî, DAIŞ û şerê navxweyî û tayifî de.

Lê serkirdatiya Kurdistanê û rijdbûna Cenabê Serok li ser wê yekê ku li gorî hemû şiyanên xwe alîkariya Sûriyeyê bi giştî û ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî bike û her tim ducarekirina wê yekê ku yekîtiya Sûriyan û berçavgirtina berjewendiyên niştimanî tekane rêya çareseriyê ye ji bo derketina ji vê qeyranê.

Rûdaw: Gelo konferansa Hisîçayê pêngavek bû ku Şam wekî hincetekê bi kar bîne da ku neçe Parîsê?

Mehmûd Muslit: Derbarê wê konferansa ku li bajarê Hisîçayê hat lidarxistin, ev temamker û beşek ji wê rêkeftina Adarê bû ku pêkhateyên Sûriyeyê di bin sîwana Sûriyeyê de kom kirin. Ez dixwazim ji bo her kesî zelal be, baweriya me bi yekîtiya gel û xaka Sûriyeyê heye, ev mijar xelas bûye. Lê li gorî şiyanê, afirandina zemîneke diyalogê ji bo hemû pêkhateyan, yanî tiştê ku li herêmên peravê û Siwêdayê qewimî, xwenedexwaze bila li cihên din rû nede.

Em dixwazin agirê dubendiyê vemirînin, loma di vê konferansê de piraniya pêkhateyan beşdar bûn. Em li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û li Meclisa Sûriyeya Demokratîk pêşwaziyê li her kongre û konferanseke ku Sûriyan ji bo avakirina Sûriyeyê dicivîne, dikin. Nabe ku dubendî ser bikeve, loma ji bilî diyalogê, aştiya civakî û dûrketina ji perçebûneke bêfeyde ti bijardeyeke me ya din nîne.

Sûriye ya hemûyan e, Sûriye welatê hemûyan e, ev tekane bijardeya me û hemû Sûriyan e. Ji ber vê yekê, konferansa ku li Hisîçayê hat kirin, her çend hinek kesan bi awayekî din ew wergirt, lê em û Hevpeymaniya Navneteweyî bi awayekî erênî lê dinêrin, ji bo ku konferansa bê hemû Sûriyan bicivîne, di bin ala Sûriyeyê de, yek xak û yek gel.

Rûdaw: Di wan dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, kîjan alî di bicîkirinê de ne cîdî ye?

Mehmûd Muslit: Ew rêkeftin bû, di rastiyê de ev rêkeftin beşek ji destpêşxeriya niştimanî ya Sûriyeyî-Sûriyeyî bû. Her kes handerê wê rêkeftina Adarê bû ku di navbera Serok Ehmed Şer û General Mezlûm Ebdî de hat kirin. Ji ber vê yekê cîdîbûn heye, em perçebûnê naxwazin, hinek hûrgilî hene ku nakokî li ser wan heye, lê li ser mijarên sereke yên Sûriyeyê her kes hemfikir e.

Lê hinek mijar hene ku em nabêjin nakokî, lê cudahiyên nêrînan li ser dem û hinek hûrgiliyan hene. Lê em di dawiyê de Sûriyeyî ne û baweriya me bi yekîtiya Sûriyeyê heye, di dawiyê de em ê hemû di bin ala Sûriyeya yekgirtî de bin.

Rûdaw: Ew nakokiyên ku hene, ew qasî giran in ku neyên encameke erênî ya dan û standinan?

Mehmûd Muslit: Çareseriya herdemî û berdewam bi rêya wê rêkeftina ku hatiye îmzekirin e. Her kes li ser rêkeftina Adarê hemfikir e ku me ber bi komkirina hemû Sûriyan ve dibe. Lê hinek mijar hene ku pêwîstiya wan bi çend civînan heye, komîteyên dan û standinan hene ku diçin, her mijarekê komîteyeke wê ya taybet heye.

Em wekî siyasetmedar nikarin biçin ser mijarên leşkerî, yan jî leşkerî biçin ser mijarên aborî. Komîteyên hatine avakirin ji bo diyaloga bi Şamê re ber bi arasteyeke rast ve diçin, piştgirî hene. Ez dibînim Cenabê Serok jî piştgiriya dan û standinan dike, Hevpeymaniya Navneteweyî û welatên Ereb jî handana diyalogê dikin, lê her kes li ser wê yekê hemfikir e ku diyalog van mijaran yekalî bike.

Rûdaw: Bi baweriya te, desthilata Şamê dikare bi awayekî serkeftî bi bakurrojhilatê Sûriyeyê re miameleyê bike?

Mehmûd Muslit: Bijarde nîne, em di hevkêşeya Sûriyeyê de hêzeke girîng in, nabe ku aştî bêyî bakur û rojhilatê Sûriyeyê hebe, em beşek ji vî welatî ne. Bijardeyeke me ya din nîne û divê em tenê Sûriyeyî bin. Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ti rojekê ji rêbaza niştimanî ya rastîn a Sûriyeyê cuda nebûye. Em ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê welat ber bi parêzgehên din ve ava dikin.

Em ne li dijî hikûmeta Şamê ne, em bi eşkereyî li gel hikûmeta Şamê ne, lê divê hemû pêkhate di vê hikûmetê de hebin. Destûr hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze. Em bi xak û gelê xwe ve li gel Sûriyeyê ne, em beşek ji vî welatî ne. Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê qurbanî daye, me şerê terorê kir, em naxwazin li Sûriyeyê perçebûn çêbibe, loma bêyî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, aştî li Sûriyeyê çênabe.

Rûdaw: Di vê demê de mana HSDê pêwîst e?

Mehmûd Muslit: Belê, hîn şaneyên terorê hene, hîn gelek kes hene ku dixwazin dubendiyê derxînin. Nelet li wî kesî be ku fitneyê şiyar dike. Ji ber vê yekê HSD Sûriyeyê-Sûriyeyî ye, ji sedî 75 zêdetir Ereb, Xiristiyan, Kurd û Êzidî tê de ne. Ev saziyek e ji bo parastina xak û sînorê Sûriyeyê.

Em nabêjin HSD naxwaze bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê, belê em dixwazin, lê hinek mijar hene ku divê bi diyalogê werin çareserkirin, ne bi rêya derxistina dubendiyê û yên ku perçebûnê dixwazin. Em diyalogê bi Şamê re dixwazin û ev tekane bijardeya me ye, ku diyalog di navbera bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Şamê û pêkhateyên din de hebe.

Rûdaw: Hikûmeta Sûriyeyê di miameleya xwe ya bi bûyerên herêmên peravê û Siwêdayê re serkeftî nebû? Çima?

Mehmûd Muslit: Tiştê ku li herêmên peravê qewimî, karesateke mezin bû, heman tişt li Siwêdayê jî qewimî, ew birayên me ne. Lê mixabin, hinek kes hebûn ku destwerdan kirin û dubendî derxistin, em ji wê dûr in. Ez naxwazim berê xwe bidim nakokiyan, ez dixwazim berê xwe bidim lihevkirinan.

Xelkê Siwêdayê û peravê û hemû pêkhateyên Sûriyeyê, hemû dixwazin Sûriye di nav xêr û xweşiyê de be, hemû dixwazin ku Sûriye yekgirtî be. Pêwîstiya me bi demeke zêdetir heye ji bo komkirina Sûriyan. Pirsgirêkên Sûriyeyê bêyî diyalogê çareser nabin, diyalog jî divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin. Sûriye ji hemûyan mezintir e, Sûriye ji hemûyan bilindtir e.

Ji ber vê yekê em li gel yekîtiya Sûriyeyê ne, em li gel xelkê xwe yê li Siwêdayê ne. Maf hebûn ku diviyabû bihata dayîn, hinek garantî hebûn ku diviyabû bihata dayîn, ji bo xelkê peravê û pêkhateyên din jî bi heman şêweyî, lê ev destûra nû ya Sûriyeyê ku dê di pêşerojê de were nivîsandin, van tiştan misoger dike.

Rûdaw: Gelo ti nîşanek heye ku ev desthilata niha bimîne?

Mehmûd Muslit: Em destê xwe ji bo desthilata Şamê dirêj dikin, em dixwazin serkeftî be. Di dawiyê de Sûriye di qonaxên dijwar re derbas bû, em naxwazin vegerin şer, em naxwazin ji tariyekê biçin tariyeke din. Em dixwazin Sûriye ronahî û pêşerojê bibîne, careke din rojê bibîne.

Em destê xwe ji bo desthilata Şamê dirêj dikin, em li gel vê desthilatê ne, lê divê hemû pêkhate werin komkirin. Hinek erk li ser vê desthilatê hene, em li gel vê desthilata Şamê disekinin ji bo serkeftinê. Em naxwazin bikevin nav nakokiyên leşkerî û tayifî, çimkî pêwîstiya me bi wan nakokiyan nîne.

Rûdaw: Gelo dê gera bê ya dan û standinan di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û Şamê de were kirin?

Mehmûd Muslit: Danûstandin berdewam in, dibe ku hinek mijar bibin asteng, mijarên teknîkî û hunerî bin, lê em di danûstandinan de berdewam in. Pêwendî di navbera aliyan de heye. Em rê nadin biyaniyan ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de bikin.

Em Sûriyeyî ne û em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em spasiya alîkariya dostên xwe, alîkariya serkirdatiya Kurdistanê dikin, ji bo bilindkirina ala aştîxwaziyê li hemû herêmên Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst