HSD: Li Dêrezorê 12 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin

16-08-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku operasyona ewlehiyê ya li bajarokê Xeranîc ê Dêrezorê bi dawî bûye û 12 gumanbarên DAIŞê hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.

Hat eşkerekirin ku di encama operasyonê de 12 gumanbarên DAIŞê hatine desteserkirin û 4 şervanên HSDyê yên ku berê hatibûn revandin hatine rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniyê operasyon ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve li dijî şaneyên DAIŞê yên ku di rojên dawî de çalakiyên xwe zêde kiribûn hatiye pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gumanbaran plan dikir bi rêya êrişên li dijî hêzên leşkerî, navendên xizmetguzariyê û sivîlan, ewlehiya herêmê têk bidin.

HSDyê her wiha da zanîn ku di operasyonê de 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ku demeke berê ji navendeke tenduristiyê hatibûn revandin hatine rizgarkirin.

Hat zanîn ku operasyon bi piştgiriya eşîr û şêniyên herêmê pêk hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst