Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bersiv da daxuyaniya Serokwekîla Koma AK Partiyê Ozlem Zengin a derbarê ‘mafê hêviyê’ yê ji bo Abdullah Ocalan û got, “Ne mimkin e ku Ozlem Xanimê meseleya mafê hêviyê nebihîstibe.”
Ayşegul Doganê her wiha got, “Birêz Bahçelî bi eşkereyî got, ‘Bila rêxistina xwe lağv bike, paşê bila were di bin sîwana Parlamentoyê de heke pêwîst be mafê hêviyê bê sepandin.’ Di ser hevdîtina bi destgirtinê re salek derbas bû.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser bipêşketinên dawî axivî.
Serokwekîla Koma AK Partiyê Ozlem Zengin derbarê nîqaşên li ser "mafê hêviyê" yê ji bo Abdullah Ocalan wiha gotibû:
"Di civînên ku ez tê de bûm min daxwazek nebihîst. Berevajî vê yekê, gelek caran hat gotin ku ti daxwazên Îmraliyê, di nav de derketina derve jî, nînin."
Ayşegul Dogan li ser van gotinên Zenginê wiha axivî:
"Ne mimkin e ku Ozlem Xanimê meseleya mafê hêviyê nebihîstibe.
Ji ber ku derbarê mafê hêviyê de Birêz Bahçelî di banga xwe ya yekem a ji bo Birêz Ocalan re, li Parlamentoyê, di bin sîwana Parlamentoyê de bi awayekî eşkere got, ‘Bila rêxistina xwe fesix bike, tiştê pêwîst bike, paşê bila were di bin sîwana Parlamentoyê de heke pêwîst be mafê hêviyê bê sepandin.’
Di ser hevdîtina bi destgirtinê re salek derbas bû. Lê hêj jî dibêjin ‘mafê hêviyê hat gotin, nehat gotin, şandeya DEMê got...’ Em vê yekê li pişt deriyên girtî nabêjin, em bi eşkereyî dibêjin.”
“Yên dema wan derbas bûye li ber xwe didin”
Doganê amaje bi nîqaşên bi ÎYÎ Partiyê re jî kir û got:
“Bi rojan e hene ku hewl didin DEM Partiyê lînç bikin. Bi rojan e yên ku ji rola DEM Partiyê ya wekî aktorê siyasî yê avaker di vê pêvajoyê de aciz in hene.
Ji ber vê yekê êrişî me dikin. Gelo ev tesaduf e? Kes nikare me bi wê yekê bide bawerkirin ku ev tesaduf e.
Em dizanin ku ev ne tesaduf e. Em dizanin ku ev karê hişmendiyeke birêxistinkirî ye.
Zîhniyeta ku hewl dide li ser mirinê desthilat, rant û kursiyan bi dest bixe, doh vê carê xwe li kursiya Parlamentoyê nîşan da.
Bi zimanê Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê ku partiya me, bi milyonan kesên ku em wan temsîl dikin û nirxên me kirin hedef, careke din xuya bû.
Ew ji xwîn, mirin û hamasetê sûd werdigirin û ditirsin. Belengaz in. Çima ditirsin?
Ji ber ku hay jê hene ku ber bi zibildanka dîrokê ve diçin.
Partiyên siyasî yên ku ji xwîn, mirin û hamasetê sûd werdigirin, nekarîn wekî partiyên tabelayê jî bimînin.
Ji ber vê yekê yên ku vê dibînin, yên ku dema wan derbas bûye li ber xwe didin. Lê ev hewldanên wan ên dawî ne.”
“Divê Komîsyon formuleke ji bo Ocalan bibîne”
Ayşegul Dogan li ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de jî wiha got:
"Divê komîsyon bi awayekî formuleke ku nêrînên Ocalan bigihîne komîsyonê bibîne.
Ji ber ku komîsyon ji vê yekê berpirsiyar e. Ji ber ku komîsyon dixwaze pevçûn bi dawî bibe.
Birêz Ocalan ne tenê rêberê avaker e, di heman demê de hêza avaker a aştî û çareseriya demokratîk e.
Ji kerema xwe bila biçin rasterast jê bipirsin û guhdarî bikin ka çima ew hêza avaker e. Bila wextê Tirkiyeyê winda nekin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse