Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Ozlem Zengînê ragihand ku ji bo mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan ti daxwaz nehatiye kirin û li gorî wê efûyeke giştî jî çênabe.
Serokwekîla Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Ozlem Zengînê doh li Enqereyê di bernameya Federasyona Medyayê ya Tirkiyeyê de bersiv da pirsên rojnamegeran.
"Sererastkirinên yasayî dê bên kirin"
Ozlemê diyar kir ku dê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê heta dawiya salê xebatên xwe bidomîne û di encamê de raporeke pêşniyaran pêşkêşî parlamentoya Tirkiyeyê bike û got:
"Piştî pêşkêşkirina rapora komîsyonê, îhtimaleke mezin heye ku ji bo kesên çek bi kar anîne û yên bi kar neanîne hinek sererastkirinên yasayî bên kirin."
Zenginê derbarê DEM Partiyê jî got ku helwesta wan a di pêvajoyê de erênî ye û gotinên wan ên li pêşberî raya giştî û di komîsyonê de yek in û ti cudahî di navbera gotinên wan de nîne.
"Min daxwazeke wiha nebihîstiye"
Ozlem Zenginê li ser mafê hêviyê yê Ocalan jî got:
"Di van civînên ku ez beşdar bûm de, min daxwazeke wiha nebihîstiye. Berevajî vê, gelek caran hat gotin ku Îmraliyê ji bo derketina derve ti daxwaz nekiriye.
Ev ji raya giştî re jî hat ragihandin. Şandeya DEM Partiyê ya ku di asta herî bilind a hevserokan de hat serdana me, got ku ji bo derketina derve ti daxwaz nîne."
"Ez bawer nakim efûyeke giştî çêbibe"
Ozlem Zenginê derbarî efûya giştç jî wiha got:
“Li gorî nêrîna min dê efûyeke giştî çênebe. Di civîna ku ez beşdar bûm de rojeveke wiha nebû lê ez nizanim di komîsyonê de çawa hatiye nirxandin.
Bila komîsyon rapora xwe temam bike û em bibînin ka di encama van hemû guhdarîkirinan de dê çi pêşniyarî parlamentoyê bike, pişt re em dê wekî parlamenter û pisporên yasayî li ser xebatekê bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse