کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Kurdistanê

Parlamentoya Kurdistanê

kurdistan

PDKê: “Kanton” perçekirina welat e

RÛDAW

RÛDAW

17-01-2015
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW17-01-2015

Nûçeyên Têkildar

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê
TIRKIYE21-11-2026

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan
Kurdistan21-11-2026

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin
Werziş21-11-2026

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin

Hewlêr (Rûdaw)- Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, Gavên PKKê bo avakirina kantonekê li Şingalê, hewl in bi aliyê perçekirina axa welat ve.

Fraksiyona PDKê li ser ragihandina “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve, daxuyaniyek ragihand, ku wêneyek jê ket destê Rûdawê de.
   

Fraksiyona PDKê di daxuyaniya ragihand: “Di dema ku Kurdistan di şerekî dijwar de ye li dijî terorîstên DAIŞê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi bê hisab ji sazî û dezgehên fermî û hikûmî yên Başûrê Kurdistanê re, tê û daxwazeke nerewa dixe rojevê.”

Herwiha Fraksiyona PDKê dibêje ku, “Ew kar bê rêziye li hember dezgeyên yasayî yên Kurdistanê, her wiha destwerdan e di serweriya Başûrê Kurdistanê de û xwe ferizkirine li ser îradeya xelkê Şingalê.”

Li gor daxuyaniya Fraksiyona PDKê, “Gavên PKKê bo avakirina kantonekê li Şingalê, hewl in bi aliyê perçekirina axa welat ve.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de Fraksiyona PDKê daxwaz ji Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partî û rêxistinên civaka sivîl li Başûrê Kurdistanê dike ku, Helwesta xwe li hember wê karî xuya bikin û li dijî wê bisekinin, her wiha sînorekî ji van siyasetên çewt dînin.

Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê di civînekê de ku komek rayedarên PKKê jî tê de beşdar bibûn, encumena bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.

Encumen ji 27 kesan pêk tê. Jêderekî haydar ji civînê ji Rûdawê re got, endamên encumenê hemû kurdên êzîdî ne lê yek ji wan jî xwedî bawernameyeke bilind nîne, heta di nav wan de kesên nexwendî jî hene.

 

Nûçeyên Têkildar

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê
TIRKIYE21-11-2026

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan
Kurdistan21-11-2026

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin
Werziş21-11-2026

KOLN - Elindê ji Rojava û Alanê ji Rojhilatê Kurdistanê di kickboksê de şampiyoniyan bi dest dixin

Pirsên