Li Silêmaniyê qezayeke ecêb: 9 otomobîl li hev qelibîn

05-10-2025
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Çemçemal Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya sereke ya Çemçemal-Silêmaniyê qezayeke trafîkê çêbû û 9 otomobîl li hev qelibîn.

Birêvebirê Polîsê Trafîkê yê Çemçemalê Omer Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Derdora saet 09:00an a sibehê li ser rêya di navbera Çemçemal-Tekyeyê de ber bi Silêmaniyê ve qezayeke trafîkê çêbû.

Sedem otomobîleke ku xwestiye ji rêya sereke derbasî aliyê din bibe."

Omer Elî da zanîn ku ji ber derbasbûna wê otomobîlê, destpêkê 3 otomobîl li hev qelibîne û paşê ji ber qerebalixiyê 6 otomobîlên din jî li wan sêyên din qelibîne.

Di qezayê de otomobîlek ji rê derket û ji pirekê ket xwarê.

Her wiha 2 otomobîlên mezin jî di nav de hene ku yek ji wan otobus e û ya din jî barhilgirek e.

Omer Elî derbarê zererên canî û madî yên qezayê anî ziman:

"Di qezayê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn û tîman ew birin nexweşxaneyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst