Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hişyarî da ku êrişên komên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê metirsiyê li girtîgeha DAIŞiyan a li Reqayê çêdikin.
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne tenê aştiya sivîl, tevahiya herêmê jî dixin metirsiyeke mezin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêdiviya qonaxa heyî bi berpirsiyarî û hevahengiyê heye da ku li hemberî metirsiya terorê bisekinin.
“Girtîgeha Reqayê di bin metirsiyê de ye”
Rêveberiya Xweser bi taybetî bal kişand ser metirsiya li ser girtîgeha DAIŞiyan a li Reqayê û got:
"Ji ber berdewamiya êrişên leşkerî yên li derdora herêmê dibe ku rewşa ewlehiyê ya girtîgehê têk biçe û bibe gefeke rastîn a jinûve aktîvkirina şaneyên rêxistina terorîst.
Ev yek ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê ji bo Sûriye, herêm û tevahiya cîhanê encamên giran bi xwe re bîne."
Rêveberiya Xweser tekez kir ku parastina girtîgeh û kampên koçberan berpirsiyariyeke hevpar e û divê hemû êriş û binpêkirin demildest werin rawestandin.
Banga li Koalîsyonê
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de bangî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyê (Koalîsyon) kir ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne û wiha hat gotin:
"Em bangî Koalîsyon dikin ku mezinbûn û metirsiya rewşa heyî bibîne, hemû berpirsiyariyên xwe bigire ser xwe û bi awayekî cidî û yekser bixebite da ku binpêkirinên ku ji aliyê komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ve tên kirin bidawî bike."
Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniyê de pabendbûna xwe ya ji bo parastina gelên herêmê û têkoşîna li dijî terorê nû kir û got:
"Em tekez dikin ku em dê li hemberî her gefa li dijî ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê kar nemînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse