
Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed / Wêne: Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed got, “Em alîkariyê didin kesên ku dixwazin vegerin bajar û gundên xwe.”
Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed li ser rewşa koçber û penaberên li Rojavayê Kurdistanê û vegera wan ji Rûdawê re axivî.
Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand:
"Karê me yê ji bo vegerandina koçber û penaberan a ji kampên bakurrojavayê Sûriyeyê ji bo cih û warên wan berdewam e."
Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re diyar ku 23yê Kanûna Paşîn Rêveberiya Xweser li ser vegera penaberên Sûriyeyî yên ji kampan biryarek daye.
Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed da zanîn ku biryar sala 2020an hatiye dayîn lê wê demê hikûmeta Beşar Esed astengî danîbûn pêşiya penaberên Sûriyeyî.
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed û avakirina Hikûmeta Demkî ya nû ya Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser biryar nû kir û dest bi vegerandina penaberan kir.
Şêxmûs Ehmed tekezî kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser di wê mekanîzmayê de berdewam in û alîkariyê didin kesên ku dixwazin vegerin bajar û gundên xwe.
Vegera welatiyên Îraqê ya ji Kampa Holê
Li ser hebûna welatiyên Îraqê ya li Kampa Holê Şêxmûs Ehmed da zanîn ku ji bo derxistina welatiyên xwe ji Kampa Holê pêwendiya wan bi Wezareta Koç û Koçberan û Komîteya Parlamentoya Îraqê re berdewam e.
Li gorî amarên dawî yên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, li Kampa Holê ya Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 20 hezar Îraqiyên jin û zarokên endamên berê yên DAIŞê mane.
Biyaniyên li Kampa Holê
Şêxmûs Ehmed li ser biyaniyên ku li Kampa Holê dimînin jî destnîşan kir ku ew pirsgirêka civaka navneteweyî ye, bi taybetî jî ya welatên ku welatiyên wan di kampan de ne.
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji sala 2019an ve pêwendiyên Hevpeymaniya Navneteweyî, Rêveberiya Xweser û HSDyê bi wan welatan re hene ku welatiyên wan di Kampa Holê de ne.
Hevserokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed her wiha anî ziman:
"Mixabin heta niha gelek welatan welatiyên xwe ji herêmên Rêveberiya Xweser veneguhastine cih û warê wan."
Îro koma yekem a penaberên Îraqî ku ji 44 malbat pêk dihatin, ji Kampa Rojê ya li gundewarê Dêrikê derketin û ber bi warê xwe ve bi rê ketin.
Di Kampa Rojê ya ku 24ê Hezîrana 2015an hatiye avakirin de 861 malbat hene ku ji 2 hezar û 664 kesan pêk tên.
Di heman demê de îro ji Kampa Erîşaya li başûrê Hisîçayê 58 malbat (305 kes) ên ji bajarê Dêrezorê vegeriyan.
Kampa Erîşayê yek ji kampên herî mezin ên li Rojavayê Kurdistanê ye û 25 kîlometreyan li başûrê bajarê Hisîçayê ye.
Li kampê 2 hezar û 700 malbat hene ku nêzîkî 14 hezar kes in û piraniya wan ji parêzgeha Dêrezorê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse