Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku hêzên wan ji çend aliyan ve dest bi ketina bajarê Tebqayê kiriye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li balafirgeha leşkerî dorpêç kirine.
HSDyê ev îdia red kirin û ragihand ku hêzên wan li cihê xwe ne.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ew ji aliyên cuda ve dest bi ketina bajarê Tebqayê yê parêzgeha Reqayê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonan, yekîneyên artêşê hevdem ji çend aliyan ve ber bi Tebqayê ve bi pêş de çûne û dorpêça li ser hêzên HSDyê yên li Balafirgeha Leşkerî ya Tebqayê tundtir kirine.
HSD: Nûçe ne rast in
Li hemberî van îdiayan, HSDyê daxuyaniyek da û ragihand ku nûçeyên derbarê ketina hêzên girêdayî Şamê ya nav bajarê Tebqayê de rastiyê nîşan nadin.
Di daxuyaniya HSDyê de hat gotin:
"Nûçeyên ku dibêjin komên çekdar ên girêdayî Şamê ketine bajarê Tebqayê ne rast in, hêzên me hîn jî li eniyên xwe ne.
Bajarokê Mensûreyê ji hemû şaneyên ku hewl didan ewlehiyê têk bidin bi temamî hatiye paqijkirin."
Rewşa balafirgehan
HSDyê derbarê rewşa balafirgehê jî ev agahî dan:
"Balafirgeha leşkerî ya Tebqayê bi ti awayî neketiye û di bin parastina hêzên me de ye, tenê Balafirgeha Leşkerî ya Cîdeyê ketiye destê aliyê din."
Tebqa ku li rojavayê Çemê Feratê ye, xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Bendava Tebqayê ya li nêzîkî bajêr ku çavkaniyeke girîng a enerjiyê ye, di bin kontrola HSDyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse