Foruma Dr. Aras Communityê li Kerkûkê bi rê ve çû

17-02-2024
RÛDAW
Doktor Aras Community, derfetek e ji bo belavkirina hişyariya tenduristiye
Doktor Aras Community, derfetek e ji bo belavkirina hişyariya tenduristiye
Nîşan Dr. Aras Community Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê, bi beşdariya 2 hezar xwendekaran foruma Dr. Aras Community bi rê ve çû.

Doktor Aras Community, derfetek e ji bo belavkirina hişyariya tenduristiye.

Herwiha derfetê dide gencan, xwendekar û xwebexşên Kurdistanê ku zêdetir rola xwe di warê tenduristiyê bibînin.

Xwendekara tenduristiyê Bana Merwan û hevalên xwe projeyeke tenduristiyê ya hevpar bi rê ve dibin.

Merwan û hevalên wê, ji bo pêşvebirina projeya xwe û wergirtina agahiyan, beşdarî projeya Dr. Aras bûn.

Xwendekara tenduristiyê ya ku xwediyê projeyê Bana Merwanê got:

“Ji bo ku  di warê sektora tenduristiyê de em xizmeteke baştir bikin Projeya Dr. Aras derfeteke gelekî baş bû.”

Heya niha zêdetirî 21 hezar ciwan û xwendekar beşdarî kompanyaya Dr. Aras bûne.

Ji wan 6 hezar  ji Kerkûkê ne. Ji sedî 67ê beşdaran jin in û temenê ji sedan 89ê beşdaran jî jêr 23 saliyê ye.

Xwebeşxa tenduristiyê Şehle Kerîmê jî derbarê projeyê got:

“Wekî xwendekarên Kerkûkê me civînê baş şopand. Ji Kerkûkê gelek ciwan beşdar bûn.

Ji bo ku em sûdê bidin sektora tenduristiyê wekî Kerkûk pêwîstiya me bi çalakiyên bi vî rengî hene.”

Civîna Dr. Aras ya yekem li Dihokê bi rê ve çû û ya duyem jî li Kerkûkê bi rê ve çû.

Projeya Dr. Aras Communityê armanc dike ku bernameyê bigihîne hemû welatiyan.

Ji bo vê jî tevlîbûna ciwan, xwendekar û xwebexşan di qonaxên pêş de tê pêşbînîkirin.

Armanc ew e ku di derbarê tenduristiya gel de hişyarî were bilindkirin.

Peyamên civînê dê li ser hemû platformên Koma Medyayî ya Rûdawê bêne belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst