Li Amedê û Stenbolê agirê Newrozê hat pêxistin

17-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çar bajarokên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û li sê navçeyên bajarê Stenbolê yê Tirkiyê agirê Newrozê hat pêxistin.

Êvara roja Çarşembê 16ê Adara 2022ê rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarokên Peyas, Pîran, Hênê û Hezroyê agirê Newrozê pêxistin. Hejmareke zêde ya xelkê wan bajarokan beşdarî şahiya Newrozê bûn û li ber dahol û zirneyê govend gerandin.

Rêxistinên HDP û DBPê yên Amedê belavok li welatiyan belav kirin û daxwaz ji wan kirin roja 21ê Adarê beşdarî şahiya mezin a Newroza Amedê bibin.

Li aliyekî din, êvara heman rojê li navçeyên Beyoglu, Esenyurt û Baglarê yên Stenbolê jî agirê Newrozê hat pêxistin.

Rêxistinên HDP û Kongreya Demokratîk a Gelan li Stenbolê bi rêya belavkirina belavokan daxwaz ji Kurdên Stenbolê kirin ku beşdarî şahiya mezin a Newroza Stenbolê bibin ku roja 20ê Adarê tê sazkirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ne tenê li wan herdû parêzgehan, çend roj e li çendîn bajarok û navçeyan ligel amadekariyên Newrozê, agirê Newrozê tê pêxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst