Hewlêr (Rûdaw) - Rakirina qedexeya hatinûçûnê li Rojhilatê Kurdistanê, nebûye sedema asayîbûna rewşa bazaran. Piranî ew kes kar dikin ku pêwîstî pê hene. Welatî dibêjin: Çavê wan li hikûmeta Îranê bû welke desthilatêmn welatên din di vê qeyranê de alîkariya xelkê xwe bikira, lê çawerwaniya wan bêsûd bû.
Kasibkarek dibêje, ev heyameke ev nexweşiye hatiye û ti kesî nekariye ji mala xwe derkeve û karekê bike û amaje bi wê dike, dewletên derve alîkariya hemwelatiyên xwe kirine lê hikûmeta Îranê tiştek nekiriye.
Hikûmeta Îranê biryar daye yek milyon tûmen ku dike 60 dolar, bi deyn bide xelkê, lê xelk wî pareyî red dike. Dibêjin: Têra tiştekê nake û tiştekê ji jiyana wan naguhere.
Kasibkarek jî din jî diyar dike, ew di malê de 7 kes û dibêje, “Eger serî neferî milyonek daba, tesîrek dê heba lê niha ti tesîrek wê nîne.”
Herwiha kasibkarekî din jî dibêje, “Ez dê fatûreyên av, gaz û xerciyên din çi jê bikim. Milyonek çi derdê me naxwe, gelek kêm e.”
Biryare ew deyna bankî, bi 23 milyon malbatên Îranê bê dayîn, ku hemû Îran 26 milyon malbate. Ew pare wê bi serperiştê malbatê bihê dayîn, piştî 4 mehan wê dest bi wergirtina qistên wê bihê kirin. Di şêweya mehane di 24 qistan de wê pareyê yaraneyan malbatan bihê qutkirin. Wate eger malbatek milyonek tûmen werbigre, heya du salan nabe yaraneya 45 hezar tûmenî ya mehane werbigre. Ew pereyê ku hikûmet dide, %12 jî wê sûda bankî were ser, hikûmetê sûz daye wê sûdê bixe bide, herçend xelik ji wê soza hikûmetê jî piştrast nîne.
Hemwelatiyek din jî tekez dike ku ev pereyê ku hikûmeta Îranê terxan kiriye dê çi tesîra xwe nebe.
Hikûmeta Îranê berê jî gelek sozên weha dane xelkê û cîbicî nekirine, lewra beşeke xelkê wesan bawerin ku zehmet e hikûmet pilana wê alîkariya kêm jî cîbicî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse