Xelkê Amedê: Bila dahata petrolê li vir bimîne

01-08-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Kameraman: Mehmet Kanevî
Kameraman: Mehmet Kanevî
Nîşan Amed Şirnex Êlih Petrola Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê qadên nû yên petrolê hatin dîtin û li gorî rayedaran dê 57 milyon bermîl petrol bê derxistin.

Xelkê herêmê jî dixwaze ku dahata ji wê petrolê li bajarên wan bê xerckirin da ku bibe sedema kêmkirina hejariyê.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku li rezervên van her sê bajaran bi qasî 57 milyon bermîl petrol heye.

Li kuçe û kolanên Amedê jî peydakirina petrolê bûye rojeva sereke û welatî dixwazin ku dahata ji petrolê li bajarên wan bimîne.

"Bila pereyê wê were cêba me"

Welatiyê bi navê Hacî Sadiq got, “Bila pereyê wê were bikeve cêba min. Her kes ji xwe re dixwaze. Çima ew ji xwe re dixwazin, em jî ji xwe re bixwazin.”

Welatiyê bi navê Namiq Azkan jî got, “Bila hilberînê li van deran bikin, nebin bajarên Tirkan. Ji bo paqijkirin û parzûnkirinê bila febrîqeyan li vir çêkin.

Em naxwazin petrolê bibin derve. Bila parzûngehan li van deran çêkin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Sakar jî got, “Li vir bûya dê baştir bûya. Li vir bûya dê însanên me jê feyde bidîtana. Muhendisên me, xwendekarên me dê jê feyde bidîtana.

Dibin û ew ji xwe re feyde dibînin. Malê me dibin, dikin awayekî din û dîsa tînin didin me.”

Welatiyê bi navê Cebar Gundogar jî nerazîbûna xwe wiha anî zimên û got, “Niha kar tune ye. Wextê rabin li vir yên xerîb bidin xebitandin û petrolê bibînin û ji vê derê bibin ev nabe.

Xweedê jî vê yekê qebûl nake, em jî qebûl nakin.”

Welatiyê bi navê Emîn Kaya jî got, “Petrol bila derkeve, em hez dikin. Em dixwazin em ji xwe re bibînin.

Bila pereyê vê petrolê bigihije me. Heta ku ji xerîban re diçe, bila em jê xêrê bibînin.”

"Divê petrol li vir bê parzûnkirin"

Petrola ku li Amed, Şirnex û Êlihê tê derxistin, li bajarên cuda yên Tirkiyeyê tê parzûnkirin.

Tevî ku li Êlihê parzûngehek heye jî, karsaz dixwazin ku petrola van her sê bajaran bi temamî li herêmê bê parzûnkirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"Ji bo ku feydeyeke wê ya baş bigihije herêma me, divê ew petrol li vê derê bê parzûnkirin û hilberandin.

Dema wisa be, dê li vê herêmê berhemên pîşesaziyê jî çêbibin. Ev yek dê qadên pîşesaziyê bihêztir û mezintir bike.

Helbet wê çaxê dê berhemên bi kalîte derkevin holê û ev yek dê bêkariyê jî kêm bike.”

Ji bilî van her sê bajaran, li Semsûr, Riha, Sêrt û Mêrdînê jî rezervên petrolê hene û lêkolînên ji bo peydakirina petrolê li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst