Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Şirnexê ragihand ku li sînorên navçeya Elkê di navbera rojên 17-19ê Hezîrana 2025an de wekî 4 herêmên wekî "herêmên ewlehiyê yên taybet ên demkî" hatine ragihandin û çûn û hatina wan herêman hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariyê ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin ku li herêmên Donmezler-Kovankaya, Tahtareş, Hisrevpaşa-Suhurpaşayayla û Çiyayên Încebelê tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di sînorên rêveberiya parêzgeha Şirnexê de; ji bo dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina pergala giştî û ewlehiyê, pêşîlêgirtina li sûc, parastina maf û azadiyên bingehîn û maf û azadiyên mirovan û asayişa giştî, pêşîlêgirtina li bûyerên tundiyê û ji bo pêşîgirtina li her cure rewşên neyînî, li gorî madeya 11 fiqra (c) ya Qanûna Îdareya Parêzgehan a bi hejmara 5442an û li gorî madeya 32/A ya Qanûna Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewlehiyê ya bi hejmara 2565; ji aliyê Parêzgariya Şirnexê ve; herêmên Donmezler-Kovankaya, Tahtareş, Hisrevpaşa-Suhurpaşayayla û Çiyayên Încebelê yên li sînorên navçeya Elkê, ji bo ku hevwelatiyên ku dikarin biçin van herêman ji unsurên derqanûnî û tedbîrên ku dê ji bo wan bên girtin zerarê nebînin, di navbera 17ê Hezîrana 2025an heta 19ê Hezîrana 2025an, bi awayekî (2) du rojî wek 'Herêma Ewlehiyê ya Taybet a Demkî' hat îlankirin.
Hevwelatiyên me; di navbera van dîrokan de, bi destûrwergirtina ji rayedarên têkildar li gorî Qanûna Herêmên Qedexe yên Leşkerî û Herêmên Ewlehiyê ya bi hejmara 2565, dikarin derbasî herêmên ku hatine îlankirin bibin, di rewşa berevajî de, dê li gorî madeya 66an a Qanûna Îdareya Parêzgehan a bi hejmara 5442 prosedurên cezayî bên tetbîqkirin, bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku koordînatên herêmên navborî li ser malpera înternetê ya parêzgariyê hatine parvekirin û ji bo ewlehiya can û malê hevwelatiyan girîng e ku bêdestûr neçin van deveran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse