Parlamentoya Kurdistanê: Li gel welatên cîran pêwendiyên me yên bihêz dê berdewam bin

17-07-2019
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Kurdistan Hewlêr Êrîşa Hewlêrê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, bûyera kuştina karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê şermezar dike û dibêje: “Em bûyeran bi vî cureyî weke gef bo ser ewlehiya Kurdistanê û têkdana rewşa navçeyê dibînin, ji saziyên ewlehiyê jî daxwaz dikin ku bi awayekê bilez tawankaran desteser bikin û wan siza bikin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em bi tundî kuştina dîplomatekî Tirkiyê şermezar dikin, ku di encama bûyereke teqekirinê de li xwaringeheke Hewlêrê hat kuştin. Bi vê boneyê, em pirse û serxweşiyê li Konsulxaneya Tirkiyê û Hikûmeta Tirkiyê dikin û ji saziyên ewlehiyê dixwazin, ku bilez tawankaran desteser bikin û wan siza bikin.”

 

Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Parlamentoya Kurdistanên bûyerênbi vî cureyî weke gef bo ser Herêma Kurdistanê û têkdana rewşa navçeyê dibîne û herwiha hewlek e jibo têkdana aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê.

 

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê herwiha daye xuyakirin:“Em tekezî li dostatî û pêwendiyên baş û bihêz li gel welatên cîran dikin.”

 

Parlamentoya Kurdistanê: “Em bi tundî vê bûyerê şermezar dikin, serxweşiyê li kesûkarên kesê kuştî û konsulxaneya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst