Li Amêdiyê ji ber bombebarana Tirkiyê agir bi daristan û zeviyan ket

17-07-2023
Nayîf Remezan
Nîşan Amêdiyê Bombebaran
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li navçeya Amêdiyê ya Duhokê ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê, ew du roj in agir bi daristanên deverê ketiye, bi dehan donim zeviyên welatiyên sê gundan şewitîne. Welatiyekî deverê dibêje, ew bi dengê bombebaranê re derket derve û dît ku agir bi zeviyan ketiye. Tîmên berevaniyê jî ji ber bombebarana berdewam nikarîbûn biçin agir vemirînin.

Necîb Nihêlî yê Pêşmerge ye got, “Serê sibê dema ez ji xew rabûm min dengek bihîst, min li çiyê nihêrî ji ber ku her roj firokeyan li çiyê didan, min çi dûman nedîtin. Birayê min çûbû xwarê û dûman dît. Bombebaran bi berdewamî hene û dema ku bombebaran dikin agir bi derdorê dikeve û nahêle mirov biçin ji ber ku ji her alî ve xeter e.”

Tîmên berevaniyê yên bajêr ji ber metirsiya bombebaranê nikarin xwe bigihînin cihê şewatê. Şêniyên wan gundan xwe gihandine serê çiyê û hewl didin agir kontrol bikin, ji ber ku alavên pêwîst nînin û agir jî mezin e zêdetir belav dibe.

Welatiyekî gund ê bi navê Fayiq Belaveyî ji serê sibehê ve êgir vedimirîne lê bêhêvî bûye û vegeriyaye.

Pêşmergeyê xanenişîn Fayiq Belaveyî dibêje, “Em çûn ku agir kontrol bikin lê dîsa ji kontrolê derket, gelekî zehmet bû ji ber ku deverek çiyayî ye, tijî dar û giya ye.”

Zirara şewatê tenê madî ne lê bi sedan darên wek Mazî, Berû, Guhişk û Kinêr ku temenê wan di navbera 5 û 100 salî de ye şewitîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst