Li Dêrsimê birûskê qira keriyê pez anî, 200 mêşin mirar bûn

17-07-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Keriyê Pez Birûsk
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Pilûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê birûskê li keriyê pez da û .

Bûyer li Zozanên Kanî Gasikê yên li ser Çiyayê Munzurê qewimî.

Barana gur a ku doh piştî nîvro dest pê kir, li hinek deverên bilind bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Dema ku keriyê pez ê Mursel Bulut li zozanan diçêriya birûskê lê da û 200 serî mêşin telef bûn.

Zozanê Kanî Gasikê 2 hezar û 500 metreyî ji asta deryayê bilintir e û piştî barana gur birûskan li keriyê pez daye.

200 mih mirar bûn / Wêne: Rûdaw

“Ked û xebata min a du salan çû”

Mursel Bulutê ku debara xwe bi xwedîkirina pez dike diyar kir ku ew di şert û mercên zehmet de li van çiyayan debara xwe dikin û got:

"Ji ber lêdana birûskê 200 pezên min telef bûn. Ked û xebata min a du salan çû. Ez mexdûr im. Ji kerema xwe alîkariya min bikin."

Her wiha hat zanîn ku tîmên Birêvebiriya Çandiniyê ya Dêrsimê dê biçin zozanan û dest bi lêkolîn û tesbîtkirina zererê bikin.

Mursel Bulut / Wêne: Rûdaw

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst