Riha (Rûdaw) Li sêgoşeya Amed, Mêrdîn û Rihayê, ji ber nebûna kargehan, bi hezaran ton firingiyên hişkkirî (qax) bi erzanî ji bo rojavayê Tirkiyeyê tên şandin.
Tenê li gundekî Sêwregê rojane 220 ton firingî (bacanê sor) tê hişkkirin lê cotkar dibêjin, "Qezenca sereke diçe berîka bazirganên Îzmîrê."
Berhemên Qerejdaxê bazarên Amerîka û Ewropayê dixemilînin û li gorî gotina cotkarên herêmê ew ji vê qezencê bêpar in.
Li Qerejdaxê berhem zêde ye lê sûda wê ne ji bo cotkaran e.
Li herêma Qerejdaxê ku wekî "devereke zêrîn" a çandiniya tê zanîn, dema berhevkirina firingiyan dest pê kir.
Li pişt vê berhema zêde, çîrokeke aborî ya xemgîn heye. Tevî ku salane bi hezaran ton firingî li vir tên hişkkirin, ji ber nebûna fabrîqeyan, cotkar neçar dimînin keda xwe bi erzanî bifroşin.
Gundê Qereçaliyê yê Sêwergê yek ji mînakên herî berbiçav e. Li vir rojane 220 ton firingî ji aliyê karkeran ve di bin germahiya 45 pîleyî de têne amadekirin.
Cotkar Mehmet Karakan ku îsal li ser hezar donim çandinî kiriye, li bendê ye ku nêzîkî 600 ton firengiyên hişkkirî bi dest bixe.
Li gorî gotina wî pirsgirêk piştî berhevkirinê dest pê dike.
Şirîkê wî Nurettîn Bucak rewşê wiha tînê zimên: "Em hemû berhemên xwe dişînin Îzmîrê. Çend kesên li rojavayê Tirkiyeyê bihayê bazara firingiyan diyar dikin.
Ew ji me bi erzanî distînin û bi qezenceke mezin didin Ewropayê.
Heke li vir fabrîqeyên me hebûna, me dê berhema xwe rasterast hinarde bikira û sûdeke baştir jê wergirta."
“Mesrefa donimekê 40 hezar lîre ye”
Ji bilî nebûna kargehan, îsal cotkar bi pirsgirêkên din re jî rû bi rû ne. Cotkar Cîhan Karalî amaje bi wê dike ku mesrefên çandiniyê gelekî zêde ne.
Cîhan Karalî got, "Mesrefa donimek firingî digihê 40 hezar lîreyî. Îsal ji ber germa zêde û bayê kur, berhem jî li gorî salên borî kêmtir bû."
Li gorî daneyan, îsal li seranserê herêma Qerejdaxê li ser 50 hezar donimî firingî hatiye çandin û tê payîn ku zêdetirî 400 hezar ton berhem were bidestxistin.
Ev berhema hêja, piştî ku li Îzmîrê tê amadekirin, rêwîtiya xwe ya ber bi bazarên Rûsya, Amerîka û Ewropayê ve didomîne lê qezenca wê ya sereke li herêmê namîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse