Hewlêr (Rûdaw) - PWKyê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî bi bîr anî û got, “Bi kuştina rêberan doza azadiyê nayê rawestandin
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 33yemîn salvegera qetilkirina Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî peyamek belav kir.
PWKyê di peyama xwe de Îran şermezar kir û tekez kir ku "bi kuştina rêberan doza azadiya gelê Kurd nayê girtin."
Qetlîama li Berlînê
Buroya Ragihandinê ya PWKyê di daxuyaniya xwe de bûyera ku wekî "qetlîama siyasî" bi nav kir, bi bîr anî û got:
"Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî, 17ê Îlona sala 1992anli bajarê Berlînê yê Almanyayê, li gel endamê Komîteya Navendî û nûnerê derveyî welat ê PDK-Îranê Fetah Ebdulî, Nûnerê PDK-Îranê yê Almanyayê Homayûn Erdelan û dostê PDK-Îranê Nûrî Dêhkurdî, bi emrê dewleta Îranê, ji aliyê sîxurên Îranê ve hatin qetil kirin."
PWKyê di berdewamiya daxuyaniyê de got, "Em dewleta Îranê careke din jî ji ber vê qetlîama siyasî rûreş û şermezar dikin."
"Ala Kurdistanê li ba dibe"
PWKyê destnîşan kir ku bi kuştina rêberên Kurd, doza azadiyê ranaweste û bal kişand ser berdewamiya têkoşînê:
"Dewleta Îranê bi îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, bi qetilkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî, bi qetilkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî jî nikarîbû rê li ber doza azadiya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bigire.
Ew alaya ku di îlankirina Komara Mehabadê de, li Meydana Çarçirayê hatibû hildan, îro li Rojhilatê Kurdistanê û li her parçeyekî Kurdistanê bi destê xebatkar, kedkar û têkoşerên doza azadiya Kurdistanê li ba dibe."
PWKyê di dawiya peyamê de got, "Di salvegera 33yemîn a şehadeta wan pakrewanan de, em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse