Beşek ji hêzên nava Şingalê pabendî rêkevtinê nabin

17-10-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Tevî hefteyekê ji rêkeftina Şingalê rewş wekî xwe maye
Tevî hefteyekê ji rêkeftina Şingalê rewş wekî xwe maye
Nîşan Şingal
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Piştî heftiyekê ji rêkevtina derbarê Şingalê, ti guhertinek li wê navçeyê nayê dîtin. Beşeke hêzên nava Şingalê pabendî wê rêkevtinê nînin.

Piştî derbasbûna hefteyekê li ser rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de, nûnerên wan hêzên deverê ligel berpirsên Bexdayê civînek kirin û ew rêkevtin red kirin.

Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ku serbi PKKê ye, ligel nûnerên henek neraziyên din serdana Bexdayê kirin. Ji berpirsên Iraqî re gotine ku ew wê rêkkeftinê qebûl nakin û ew nûneratiya xelkê Şingalê dikin û ji wê navçeyê dernakevin.

Hevseroka Encûmena Xweser li Şingalê Riham Hiso dibêje: “Em li vê derê nûnertiya gel dikin, dema em diaxivîn û tiştekî dibêjin em wekî Meclîsa Xweser dibêjin û em baş dizanin çi dibêjin. Eger em qebûl nekin ti rêkevtinek dê neyê qebûlkirin.”

Bi dîtina berpirsên Hêzên Pêşmerge li Şingalê ew rêkevtina di nvabera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin navbera hewlêr û bexde diçe ser û di berjewendiyê xelkê de ye.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re diyar kir  ku cîbicîkirina wê rêkevtina navbera Hewlêr û Bexda ji bo aramiya Şingalê girîng e.

Ferrmandarê Fermandeya Şingalê Qasim Şeşo got: “Ev rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate encamp dan di berjewendiyên xelkê de ye. Dema Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bi hev re deverê biparêzin ew dê bi dilê xelkê be û aramî dê çêbe.

Nêzîkî hezar kesan dibin ewên ser bi Heşda Şeibî li sînorê navçeya Şingalê, beşek ji fermandarên Heşda Şeibî li dijî rêkevtina hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

Hêzeke Şingalê ku serbi Heşda Şeibî ne, ew jî wê rêkkeftinê red dikin û dibêjin wan qurbaniyên zêde bo Şingalê dane.

Nîzîkî hezar kesan dbin ewên şer bheşde şe'bî fe li snurê qezaye şinkalê beşek ji fermandarên heşde şe'bî li djî rêkiftne hkumete 'îraqî û herême kurdistanê ne

Fermandarê Heşda Şeibî li Şingalê Xal Êlî jî dibêje: “Ev biyar naçe ser li hemberî gelê Şingalê komplo ye. Ev rêkevtin li dijî Heşda Şeibî bûye.”

Beşek ji xelkê Şingalê derbarê cîbicîkirina biyara herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de ray û dîtinên xwe hene.

Mamoste Husên dibêje: “Bi rastî ev biryar cîbicî nebûye û her wekî xwe maye û hemû hêz dîsa di nav Şingalê de ne.”

Cotyar Elî jî got: “Bi dîtina min eger Pêşmerge bihata baştir dibû, aramî dê peyda biba.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst