Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin: ‘Civak bi rîtûelên xwe li ser pêyan dimîne’

2 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Pirozkirina Gaxanê / Wêne: Rûdaw
Pirozkirina Gaxanê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Gaxan Sersal Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê sala nû “Gaxan” hat pîrozkirin.

Cejna Gaxanê wekî roja destpêka sala nû tê qebûlkirin û her sal hefteya dawî ya kanûna pêşîn û hefteya pêşî ya kanûna paşîn tê pîrozkirin.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji bo Gaxanê ku li hev civiyan, mûm vêxistin, ji bo aştiyê dia kirin û loqmeyên xwe parve kirin ku li gorî baweriya xelkê herêmê tê wateya sersalê.

Yek ji rawestgehên girîng ên çalakiyên Gaxanê Ziyaretgeha Gola Çetûyê bû û welatî li wir civiyan.

Ji heft salî heta heftê salî gelek kes bi loqmeyên xwe çûn ziyaretgehê û li wir çira hatin pêxistin.

Piştî axaftinan loqme li hemû beşdaran hatin belavkirin.

"Sersal di Newrozê de ye lê pêvajo bi Gaxanê dest pê dike"

Li Ziyaretgeha Gola Çetûyê li ser wateya Gaxanê jî agahî hatin dayîn.

Hunermend Metîn Kahraman û Kemal Kahraman û Lêkolîner Cemal Taş beşdarî bernameyê bûn.

Nivîskar Mehmet Mukan diayê loqmeyê kir û Cemal Taş jî hêviyên xwe yên ji bo Gaxanê anîn zimên.

Hunermend Kemal Kahraman li ser Gaxanê agahiyên berfireh dan û got:

"Di vê navberê de, li gorî salnameya îbadetê ya Elewiyan sersal di Newrozê de ye, ne di Gaxanê de.

Lê belê pêvajoya sersalê, yanî ne wekî ya me ya îro tenê rojek e, pêvajoya derketina ji sala kevn û ketina sala nû bi Gaxanê dest pê dike, bi Xizir didome û herî dawî bi Hawtemalê temam dibe.

Di vê salnameya îbadetê ya sê mehî de, di pêvajoya yekem a îbadetê de dikevin sala nû."

"Civak bi rîtûel û zimanê xwe li ser pêyan dimîne"

Xelkê diyar kir ku Gaxan ji bo wan yek ji pîrozbahiyên herî girîng e û da zanîn ku wan ji bo aştî û biratiyê çira pê xistine û dia kirine.

Niştecihê Dêrismê Beşer Yoltay got, "Me berê di Gaxanê de niyaz çêdikirin, me her tişt dikir lê Gaxanên niha ne wekî yên demên berê ne.

Min dia ji bo ciwan û miletê me kir ku xirabiyên li ser me rakin."

Zarîfe Kaçarê jî hestên xwe wiha anîn zimên:

"Min dia kir. Xwedê malbat, zarok û cîranên min û mirovan ji xirabiyan biparêze, kafir û zaliman ji me hemûyan dûr bixe. Tiştên xweş bên serê me."

Huseyîn Çaglayan jî bal kişand ser girîngiya çandê û got:

"Gaxan rîtûela me ye û rîtûeleke gelekî girîng e. Em dixwazin her sal ev rîtûel hebe.

Çimkî civakek bi rîtûel, çand û zimanê xwe li ser pêyan dimîne. Ji ber vê yekê ev pir girîng e.

Em dixwazin aştî were, her kes bi cîranên xwe re baş be û bereket were."

"Gund vala ne"

Mehmet Mukan jî bi gazin behsa guherîna demê kir û got, "Gelek tiştên me winda bûn. Berê li gundan di Gaxanê de şahiyên gelekî xweş dihatin kirin.

Lê niha demeke dirêj e nayê kirin. Kal û pîr jî neman, li ti deran kal û pîr nînin û gund vala ne.”

Çalakiyên Gaxanê ku di serî de li Dêrsimê, li Sêwaz, Erzingan, Çewlîg û Mûşê jî tên lidarxistin, li gorî baweriya Elewiyan wekî roja destpêkê ya salnameya îbadetê ya ku sê mehan didome tê qebûlkirin.

Kevneşopiya Gaxanê ya ku bi sedsalan e ji nifşekî derbasî nifşê din dibe, li Dêrsimê careke din bi piştevanî, parvekirin û hêviyên bereketa sala nû hat zindîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst