Koçyîgît: Dema peywira komîsyonê dê du mehan were dirêjkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Gulistan Kiliç Koçyîgît Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku dê dema peywira Komîsyonê du mehan were dirêjkirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît beşdarî weşana Îlke TVyê bû û diyar kir ku dema peywira Komîsyonê 31ê Kanûna Pêşîn diqede.

Koçyîgîtê da zanîn ku dê dem were dirêjkirin û got:

“Komîsyon roja çarşemê saet 14:00an dicive û dê biryara dirêjkirina demê ya heta 2 mehan were dayîn.

Em difikirin ku dê nîqaşa giştî ya li ser raporê li wir jî were meşandin.”

"Pêdivî bi rêbazekê heye"

Piştî ku partiyên siyasî raporên xwe pêşkêşî parlamentoyê kirin, qonaxa nivîsandina rapora hevpar û dawî dest pê kiribû.

Di vê çarçoveyê de Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bi kordînatorên partiyan re civiyabû.

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê anî zimên ku "Pêdivî bi rêbazekê heye" û diyar kir ku ew li bendê ne Numan Kurtulmuş di civîna roja çarşemê de "nexşerêyekê" eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst