Hewlêr (Rûdaw) - Pasevanên Beravên Yunanistanê diyar kir ku belemeke koçberan bin av bû û di encamê de 2 jinên koçber xeniqîn 27 koçberên rêviyê belemê hatine rizgarkirin.
Pasevanên Beravên Yunanistanê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber binavbûna belemekê li nêzîkî Girava Xiyosê du jinan canê xwe ji dest daye û lêkolîn li ser bûyerê berdewam dike.
Li gorî zanyariyan belem şeva borî li nêzîkî beravên Girava Xiyosê tevî 29 koçberan bin av bû û di encamê de 2 jinên koçber di avê de xeniqîn.
Parêzvanên Beravên Yunanistanê her wiha ragihand ku wan kariye 27 koçberan rizgar bikin û ew veguhastine navenda pêşwaziyê ya li giravê.
Polîsan li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye û da ku nasnameya koçberên ku xeniqînê diyar bike.
Berpirsên Yunanistanê diyar kir ku belem duh ji beravên Tirkiyeyê bi rê ketibû.
Girava Xiyosê li Deryaya Egeyê ye û tenê heft kîlometreyan ji sînorên Tirkiyeyê dûr e. Ev girav pêncemîn girava herî mezin a Yunanistanê ye.
Li gorî hikûmeta Yunanistanê, di şeş mehên yekem ên îsal de 16 hezar û 290 koçber gihiştine wî welatî, ku zêdetirî 14 hezar û 600 ji wan bi rêya deryayê bûne.
Her wiha di heman dema sala borî de 60 hezar koçber çûbûn Yunanistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse