Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Tirkiye û Yunanistanê de li nav Deryaya Egeyê 92 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.
Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Tirkiyeyê ragihand, tîmên wan doh li sînorên navçeyên Çeşme û Seferhîsarê yên Îzmîrê li nav Deryaya Egeyê di nav 4 belemên cuda de 92 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê desteser kirin.
Li sînorên navçeya Seferhîsarê di nav belemeke plastîk de 41 koçber hatin desteserkirin û vegerandin ku ji wan 17 zarok bûn.
Her wiha li navçeya Çeşmeyê jî 41 koçber hatin desteserkirin ku wan amadehiya birêketina ber bi Ewropayê ve dikir.
Di nav belemekê de jî 10 koçber hatin desteserkirin û vegerandin.
Du welatiyên Tirkiyeyê yên di belemê de bi tohmeta qaçaxçîtiya mirovan hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê 92 koçber piştî karên yasayî radestî Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse