Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Rewşa Kesane ya Urmiyeyê amarên nû yên derbarê zewac û hevberdanê belav kirin.
Li gorî amaran, li Urmiyeyê hevberdana hevjînan bi rêjeya ji sedî 6,5 zêde bûye, di heman demê de zewac jî bi rêjeya ji sedî 5,28 kêm bûne.
Birêvebirê Rewşa Kesane ya Urmiyeyê Seîd Ehmedî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand ku li parêzgeha wan hevberdan zêde dibe û di 7 mehên borî de 4 hezar û 600 hevberdan hatine tomarkirin.
Li gorî gotina Seîd Ehmedî, li Urmiyeyê rêjeya hevberdanê li gorî par ji sedî 6,5 zêde bûye û 237 hevjînan beriya ku sala wan biqede dev ji hev berdaye.
Seîd Ehmedî got ku li Urmiyeyê di 7 mehên borî de 12 hezar û 505 zewac çêbûne ku li gorî heman dema sala borî 700 zewac kêm bûne.
Wî diyar kir ku par di heman demê li Urmiyeyê de 13 hezar û 205 zewac çêbûbûn.
Dîsa li gorî ku wî daye zanîn, par li Urmiyeyê rojane 61 zewac çêdibûn lê ev hejmar îsal daketiye 58an.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse