Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolò Fontana re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku civîn doh êvarê pêk hatiye.
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê Niccolò Fontana di civînê de behsa pêwendiyên Îtalyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kiriye û wan bal kişandiye ser pêvajoya siyasî û serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê.
Li gorî daxuyaniyê, "Her du aliyan kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina pêvajoya dengdan û hilbijartinê aniye zimên û wan hêvî kiriye ku li Îraq û Herêma Kurdistanê ji her aliyî ve qonaxeke nû ya baştir dest pê bike."
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, hewlên ji bo avakirina kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û rewşa Sûriyeyê û rewşa giştî ya herêmê jî mijarên din ên civînê bûn.
Hat destnîşankirin ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse