Li Qamişloyê 7 kes ji ber madeyên hişbir hatin desteserkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Madeyên Hişbir Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê 7 kes bi tohmeta bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir ên Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişloyê îro ragihand ku piştî şopandin û çavdêriyeke hûr, hêzên wan çend operasyonên ewlehiyê pêk anîne.

Di operasyonan de, 7 kes ku jinek jî di nav de ye, bi tohmeta bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Çek û pereyên sexte hatin bidestxistin

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Bakurrojhilatê Sûriyeyê, di dema operasyonan de hêzên pispor dest danîne ser hinek cureyên cuda yên madeyên hişbir.

Her wiha çek û amûrên ku di bikaranîn û bazirganiyê de tên bikaranîn û hinek pereyên sexte jî hatin bidestxistin.

Sewqî dadgehê hatin kirin

Hemû kesên desteserkirî piştî temamkirina lêpirsîn û kar û barên yasayî, sewqî dadgeha têkildar hatin kirin da ku li gorî yasayan tedbîrên pêwîst li hemberî wan bên wergirtin.

Birêvebiriya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir tekezî li ser berdewamiya operasyonên xwe kir ku armanca wan rûbirûbûna belaya madeyên hişbir û parastina ewlehî  û silametiya civakê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst