Li Stenbolê operasyon: Gelek kesên navdar hatin desteserkirin

08-10-2025
Nîşan Stenbol Operasyon Navdar Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê 19 navdarên Tirkiyeyê yên ku di nav wan de Hadîse, Mert Yazicioglu, Demet Evgar û Ozge Ozpîrînççî jî hene bi tohmeta bikaranîna madeyên hişbir biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li gorî nûçeya Haber Globalê, lêpirsîn ji aliyê Buroya Lêpirsînên Sûcên Qaçaxçîtî, Narkotîk û Aborî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin.

Di çarçoveya vê operasyonê de bi tohmeta bikaranîna madeyên hişbir an jî hişyarker operasyon li gelek kesan hat kirin ku di nav wan de gelek navdarên ku ji aliyê raya giştî ve tên naskirin jî hene.

Di çarçoveya operasyona ku ji aliyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Stenbolê ve hat kirin de Dîlan Polat, Engîn Polat, Îrem Derîcî, Kubîlay Aka, Kaan Yildirim, Hadîse Açikgoz, Berrak Tuzunataç, Duygu Ozaslan Mutaf, Demet Evgar Babataş, Zeynep Merîç Aral Keskîn, Ozge Ozpîrînçcî, Mert Yazicioglu, Feyza Altun, Derîn Talu, Deren Talu, Zîynet Salî, Bîrce Akalay, Metîn Akdulger û Ceren Moray Orcan ji bo ku îfadeyên wan werin girtin û nimûneyên xwînê werin dayîn, birin Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê.

Hat zanîn ku lêpirsînê li ser bingeha delîlên ku derbarê bikaranîna madeyên hişbir a hinek gumanbaran hatine bidestxistin dest pê kiriye.

Hat diyarkirin ku kar û barên wan ên îfadewergirtinê berdewam dikin û piştî pêvajoya îfadeyê dê karên edlî bi dawî bibin.

Di daxuyaniya ku ji çavkaniyên dozgeriyê hat dayîn de hat destnîşankirin ku lêpirsîn bi awayekî pirralî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst