Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Rihayê ragihand ku ji bo sedema mirina zaroka 6 salî ya li navçeya Heranê bê zelalkirin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîn daye destpêkirin.
Li gorî daxûyaniya Parêzgariyê, 15ê Kanûna Paşîn a 2025an zaroka 6 salî ji ber ku nexweş bûye malbata wê ew biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê û ligel hemû midexaleyan nehatiye rizgarkirin û canê xwe ji dest daye.
Di daxûyaniyê de wiha hat gotin:
“Li Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê piştî lêkolîna destpêkê ya bijîşkî, ji bo diyarkirina sedema mirinê yekser lêpirsîn dest pê kiriye û Serdozgeriya Komarî ya Rihayê bi baldarî lêpirsînê didomîne.
Em jî mijarê ji nêz ve dişopînin."
Baroya Rihayê ragihandibû ku zarokeke 5 salî canê xwe ji dest daye ku tê gumankirin di encama destdirêjiyê de canê xwe ji dest dabe.
Lê paşê Baroya Rihayê ragihandibû ku li gorî lêkolînên destpêkê nîşanên destdirêjiyê li ser laşê wê zarokên nebûne.
"Nîşanên destdirêjiyê nînin"
Li aliyê din Serokê Komaleya Mafên Mirov a Rihayê ji Rûdawê re ragihand ku dozger ji wan re gotiye nîşanên destdirêjiyê li ser laşê wê nînin.
Komaleya Mafên Mirov a Rihayê her wiha got ku aliyên pêwendîdar dê termê zaroka 5 salî ji bo zelalkirina sedemên mirina bişîne Stenbolê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse