HSD: Me li Bendava Tişrînê 3 êriş pûç kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Bendava Tişrînê Şer Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 3 êrişên komên çekdar ên hikûmeta Şamê li eniya Bendava Tişrînê şikandine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şerê li eniya Bendava Tişrînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama bersivdayîna şervanan de 2 tank, wesayîteke zirxî û 2 wesayîtên leşkerî yên ku çekên Doçka li ser wan bûn hatine têkbirin.

Her wiha hat eşkerekirin ku buldozereke koman jî hatiye îmhakirin.

HSDyê destnîşan kir ku şer û pevçûnên li wê eniyê jî berdewam dikin.

Doh piştî ku HSDyê ragihand komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê rêkeftina vekişînê binpê kiriye zêde bû.

HSDyê diyar kiribû ku hêzên Şamê beriya dema diyarkirî ketine bajarên Dêr Hafir û Meskeneyê û êrişî hêzên wan kirine.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê jî ragihandibû ku li Meskeneyê şerê giran diqewime û hikûmeta veguhêz berpirsyar e.

Li aliyê din, Artêşa Ereban a Sûriyeyê herêma rojavayê Feratê wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandibû û îdia kiribû ku HSDyê di dema bicihanîna rêkeftinê de êrişî wan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst