HPGyê amarên ‘şerê Zapê’ eşkere kirin

18-02-2024
Nîşan HPG Zap Şer Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Zapê 37 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin ku yek ji wan serpel bûye.

HPGyê da zanîn gerîlayan doh (17ê Sibatê) li Zapê “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Dogan Viyan” li dar xistiye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, di vê çalakiyê de 37 leşker hatine kuştin û yek ji wan serpel e.

HPGyê destnîşan kir ku di vê çalakiyê de gerîlayekî jî canê xwe ji dest daye û navê wî Şervan e.

HPGyê diyar kir ku gerîlayan dest daniye ser gelek çekan û cebilxaneyê jî.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst