Nasnameyên 4 gerîlayan hatin eşkerekirin

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan HPG Zap Xakurkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 4 gerîlayên xwe eşkere kir ku sala 2022yan li herêmên Zap û Xakurkê yên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê daxuyaniyek belav kir û tê de nasnameya 4 endamên xwe yên ku di demên cuda yên sala 2022yan de canê xwe ji dest daye eşkera kir.

HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew endamên xwe "bi rêzdarî bi bîr tînin" û sersaxî ji malbatên wan û "gelê Kurdistanê yê welatparêz" re xwest.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Dijwar Efrîn: Navê wî yê fermî Xelîl Hesen e, ji Efrînê ye 20ê Îlona 2022yan li Xakurkê canê xwe ji dest daye.

Hêvî Bahtiyar: Navê wê yê fermî Menal Akbal e û li Almanyayê ji dayik bûye. 7ê Tîrmeha 2022an  li Zapê canê xwe ji dest daye.

Aram Farqîn: Navê wî yê fermî Yakup Ertugral e ji Êlihê ye û 2yê Tebaxa 2022yan li Zapê canê xwe ji dest daye.

Azadî Dijwar: Navê wê yê fermî Waat Kinêhir e, ji Qamişloyê ye û 2yê Tebaxa 2022yan li Zapê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst