Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê dest bi veguhestina malbatên endamên DAIŞê yên li Kampa Holê kiriye û wan li Kampa Qere Burhanê ya li gundewarê Helebê bi cih dike.
Di karwanê yekem a veguhestinê de 150 malbat hene.
"Dê kamp bi temamî bê valakirin"
Berpirsê rêxistineke sivîl Mihemed Kanco ragihand ku ew li Kampa Qere Burhanê bi hevkariya Birêveberiya Karûbarên Civakî ya Helebê û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) malbatên ku ji Kampa Holê tên pêşwazî dikin.
Mihemed Kanco got, "Heta niha nêzîkî 150 malbat gihîştine vir ku bi giştî nêzî 500 kesî ne."
Kanco her wiha da zanîn ku armanc valakirina tevahiya kampê ye û got, "Kampa Holê dê di demeke nêzîk de bi temamî bê valakirin."
Kampa Holê berê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû.
Berî ku kamp radestî hikûmeta Sûriyeyê were kirin, zêdetirî 25 hezar kes lê diman.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hevdem li gel vekişîna HSDyê, hejmareke zêde ya niştecihên kampê reviyane.
"Em kêfxweş in ku em ji wî cihî derketin"
Um Hemze, yek ji wan niştecihên ku hatiye veguhestin, kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
"Hemd ji Xwedê re, em gelekî kêfxweş in ku em ji wî cihê lê bûn derketin."
Wê hêviya xwe anî ziman ku zarokên wan dê di nav xizmên xwe de bin û vegerin dibistanan.
Um Hemzeyê got, "Cihê ku em lê bûn (Kampa Holê) gelekî xerab bû. Em hêvî dikin zarokên me vegerin dibistanên xwe.”
Berpirsên hikûmeta Sûriyeyê radigihînin ku armanca wan a sereke ew e ku Kampa Holê di demeke kurt de bi temamî bigirin.
Li gorî daxuyaniyên hikûmetê, kampên nû yên li gundewarê Helebê, ji bo pêşwazîkirina malbatan û pêşkêşkirina xizmetan di bin çavdêriya saziyên dewletê de guncavtir in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse