Rojava; Di êrîşa Tirkiyê de hejmarek jin û zarok birîndar bûn

18-05-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Eyn Îsa HSD Topbaran Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama topbarana dijwar a Tirkiyê de bo ser gundewarê bajarokê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê, 5 kes birîndar bûn ku yek ji wan jin û çar jî zarok in.

Hêzên Tirkiyê îro Çarşembê 18ê Gulana 2022an gundê Mezra Qertaç li başûrê bajarokê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê topbaran kirin.

Li gor ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di encama topbaranê de 4 zarok û jinek birîndar bûne.

Medyaya nêzî HSDê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî belav kiriye, ku artêşa Tirkiyê û hêzên ser bi wî welatî ve duh Sêşembê 17ê Gulanê jî gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên li rojavayê Eyn Îsa û gundên Cehbel, Fatsê, Sikêro, Xwaringeha Nexîl û depoyên li rojhilatê navçeyê topbaran kirin.

Hatiye ragihandin ku hêzên Tirkiyê ji baregehên xwe yên li Kiromazat, Hemam Tirkmen û baregeha li Şirgirakê gundewarê Eyn Îsayê topbaran dikin.

Li gor heman çavkaniyê, hêzên HSDê bersiva êrîşan dane û cihên di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar de li bakurê Eyn Îsayê dane ber topan.

Roja 9ê Gulana îsal jî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundê Mielek û Rêya M4 li rojavayê bajarokê Eyn Îsayê topbaran kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst