Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya yekîtiya siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin û rêkeftina aliyên Kurdî weke, “gaveke dîrokî” bi nav kir.
Di wê daxuyaniya ku ji aliyê Nivîsingeha Ragihandina HAK-PARê hatiye belavkirin, amaje bi wê hatiye kirin, em “xweşhal in ku piştî gelek dan û standinan, di roja 16.06.2020 an de, hêzên Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên siyasî gaveke giring avêtin. Teqez vê gava pîroz dilê tevaya Kurdan xweş kiriye û ew hêviya encameke erênî ne û piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Meriv dikare vê hewildanê wek gaveke dîrokî bipejirîne.”
HAK-PAR bibîr dixe ku Encumana Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Netewiyên Kurd (PYNK) li ser bingeha Peymana Duhokê ya 2014 li hev kirin û diyar dike, “Xalên ku hêzên Kurdan vê gavê li ser li hevkirine, dikarin bibin bingeheke tekûz ji bo berfirehkirin û bicihanîna vê peymana giring. Wan xalên giring ên ku di sala 2014 an de, di peymana Duhokê de cih girtibûn, xalên wek rêveberî, şirîkatî, ewlekarî û çawaniya parastiniyê bûn. Eger herdu alî ji dil li ser van xalan karê xwe ava bikin, yekitiya di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê de wê di demeke kurt de bigêje encamê û em ê jî pê dilxweş bin û heya ku ji destê me bê em dê bibin alîkar.”
Herwiha HAK-PAR “ramana hevpar ya ji bo pêkanîna yekitiya netewiya Kurd” ku herdu aliyên Rojava li ser rêkeftine, weke tişta herî balkêş binav dike û radigihîne, “Dîsa hatiye gotin, ku herdu alî dê di pêşedemê de, peymaneke berfirehtir destnîşan bikin. Helbet ev gotin hêviyeke mezin didin tevayê Kurdan. Ev gava giring a ber bi yekîtiyê; di gel piştevanî û çavderiya Koalisyona Navnetewî, pêk tê û ev yek bê guman wê destê hêzên Kurd beramber dewleta zordar a Suriyê jî, xurttir bike.”
Her di wê daxuyaniyê de HAK-PAR tekez dike, “Pêkhatina yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê; destketiyên hêja û mayînde bi xwe re tîne. Ev destketî lazim e bi xwedîtî û berpirsiyariyeke hevpar û bi asteke netewî werin parastin.”
Di daxuyaniya HAK-PARê de hatiye gotin, “Cihê şanaziyê ye, ku her du aliyan gelekî eşkere dilxweşî û sipasdariyên xwe ji bo wan kesayetiyên ku, ji bo van gavên yekitiya di navbera hêzên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê bûne alîkar, anîn ser zimên. Şêwirmendê Koalisyona Navnetewî birêz William Robak jî di dema ragîhandinê da beşdar bû û wî taybetî rola Serokê Birêz Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ya di vê li hev kirinê de bi erênî nirxandin.”
HAK-PAR her du aliyên Rojavayê Kurdistanê pîroz dike û hêviya xwe tîne ziman ku “tevahiya xalên Peymana Duhokê bêne cîbicîkirin” û dibêje, “Ya herî baş ew e ku Kurd pêş hemû tiştî, bi hevre aşt bijîn, her tim bihevre bişêwirin, hevkarî û yekîtiyek pêt pêk bînin” û “Ev gava giring a ber bi yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê” li gelê Kurd pîroz dike.
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) duh, 17.06.2020, têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ji bo yekitiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin, ku “qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse