Ferhad Şamî: Tirkiye xwe ji êrîşeke li dijî Rojavayê Kurdistanê re amade dike

18-06-2023
Hisên Omer
Egera êrîşekê li dijî Rojavayê Kurdistanê mijara bernameya Çavê Sêyem bû
Egera êrîşekê li dijî Rojavayê Kurdistanê mijara bernameya Çavê Sêyem bû
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hember êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê îro Berpirsê Navenda Ragihandina (HSD) ji medyaya Rêveberiya Xweser re got, dibe ku Tirkiyê di her kêlîkekê de êrîşî herêmê bike û rewşa amadebaşiyê berdewam e.

Topbarana Artêşa Tirkiyê ya berdewam li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Rojavayê Kurdistanê, û herwiha êrîşên asmanî yên bi dronan careke din keşûhawaya şer li herêmê dirust kiriye.

Egerên pêşveçûna van êrîşan, mijara xeleka îro ya bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê bû.

Li ser pirsa “Eger heye ev êriş berfireh bibin û bigihêjin asta êrişekê bejahî li dijî navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de?” Pisporê Siyaseta Navdewletî Alan Pîrê got: “Belê ev eger heye, ji ber ku bi taybetî li aliyê Til Rifet û Minbicê, Tirkiyê dixwest derbasî van navçeyan bibe. Ev operasyonên Tirkiyê jixwe ne îro destpê kirine ew ji berê ve hene û berdewam dikin.”

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokarata Kurd a Sûrî (PDK-S) Gêlo Îsa li ser pirsa “Eger hat û Tirkiyê êrişekê nû bîne li ser deverên nû yên HSDê, eger heye ku HSD şer bibe navçeyên Efrînê jî û şer berfireh bibe?” jî got: “Bêguman dema îro Tirkiyê êrişî Kobanî û Hesekê çêdibe êriş di heman demê de li Şehba û Efrînê jî çêdibin. Bê guman dema îro Tirkiyê êrişê li kîjan deverê bike şer dê li tevahiya sînorên Tirkiyê were destpêkirin.”

Endamê Serkirdayetiya Tevgera Çaksaziyê Hewas Egîd jî derbarê bandora êrişeke berfireh li ser Sûriyê de got: “Ez ne di wê baweriyê de me ku li ser erdê nexşerêyên leşkerî zêde li ser erdê bibin, ji be ku bazarên din ên siyasî dibin. Rêveberiya Xweser an jî Amerîka gelo dê qebûl bikin dest ji wan deveran berdin û herin.”

Li hember êrîşên Tirkiyê, di daxuyaniyekê de Berpirsê Navenda Ragihandina (HSD) Ferhad Şamî îro Yekşemê got: “Dibe ku Tirkiyê di her kêlîkekê de êrîşî herêmê bike û rewşa amadebaşiyê berdewam e. Navçeyên dagîrkirî wekî Efrîn û Serê Kaniyê dê ne li derveyî şer bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst