Li Dirbêsiyê xelk ji feqîriyê cilûbergên bikarhatî dikirin

18-06-2023
RÛDAW
Bazara cilûbergên bikarhatî (Bale) li Dirbêsiyê, Rojavayê Kurdistanê. Wêne û video: Rûdaw
Bazara cilûbergên bikarhatî (Bale) li Dirbêsiyê, Rojavayê Kurdistanê. Wêne û video: Rûdaw
Nîşan Rojava Dirbêsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê ku bandor li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û herwiha ji ber daketina bihayê lîreyê Sûrî li hember pereyên biyanî, rewşa xelkê gelek zehmet bûye. Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê niha bazarek çêbûye taybet e bi cilûbergên bikarhatî ku xelk jê re dibêjin cilûbergên Balê.

Li wê bazarê gelek cureyên cuda yên cilûbergên Ewropî û Asyayî tên firotin. Bazar tejî welatî ye û her yek li cil û bergên bikarhatî yên ku jêre baş be digere.

Gelek ji kesên ku diçin wê bazarê dibêjin, hejariyê berê wan daye wê derê.

Jineke niştciha Dirbêsiyê dibêje, xelk feqîr e, neçarin zarokên xwe xwedî bikin. Ew dibêje, cilûbergên nû gelekî biha bûne, ew neçarin berê xwe bidin bazara cilûbergên bikarhatî.

Inûd Mihemed nişteciha Dirbêsiyê dibêje: “Bi rasî em îro hatine vir ji bo baleyan, ji ber ku di warê jiyanê de tişt gelek biha bûne û feqîr nikarin. Yanî yê ku 3-4 zarokên wî hebin, nikare biçe li bazaran (cilûbergan) bikire. Kinc biha bûne, her parçeyek bûye 100, 150 û 200 lîreyî. Kesên feqîr nikarin debara xwe bikin, xelk neçar e tên vir baleyan. Bale jî kirine agir yanî ew jî biha kirine. Biha kirine û xelk feqîr in, xwezî çareyek ji xelkê re danîban.”

Welatiyeke din dibêje, ne tenê cilûbergên nû buha bûne, nirxê yên bikarhatî jî zêde bûne.

Diya Mihemed dibêje: “Nirx weke agir in, gelek biha ne û xelk feqîr in, dikin û nakin bi zarokê xwe îdare dikin û nirx weke agir in, tu here ser çi biha ye.”

Bazirganekî cilûbergên bikarhatî jî dibêje, ji ber ku cilûbergên wan ji yên nû erzantirin, xelk zêde berê xwe dide wan. Ew dibêje, mûçeya karmendên dewletê têra 2 parçe cilûbergên nû nake, ji ber wê yekê jî xelk neçar e cilûbergên Balê bikirin.

Ednan Derwîş, bazirganê cilûbergên bikarhatî wiha dibêje: “Ji ber ku cilûbergên bikarhatî erzantirin, xelk zêde berê xwe dide wan, niha mûçeya karmendê dewletê çende, têra 2 parçe cilûbergên nû nake. Niha jî nirxê cilûbergên bikarhatî jî girantir dibe, Xwedê alîkariya xelkê bike, bi taybetî karmend.”

Li nêzîkî vê bazara cilûbergên bikarhatî, dukaneke cilûbergên nû jî heye, ku xelk gazinan ji giranbûna bihayên wan dikin.

Xalid Feno xwediyê wê dukanê dibêje, ew cilûbergan bi dolar dikirin, dema ku lîreyê Sûrî li hember dolar dakeve, dê bandorê li cilûbergan bike.

Xalid Feno dibêje: “Yên zarokan hinekî bihayên wan bilind e, lê ne gelek. Yên din, parçeya herî erzan weke Tîşortek an pantalonek bi 5 dolaran û zêdetir e. Kesê feqî bi çi rengê dê derbas bike? Taximê kamil dê bi 12 dolaran û ber bi jor ve be. Gelekî zehmet e, em dibêjin belkî rojek were milet bikare li ser lingê xwe bisekine (rewşa wan baş be).”

Berî şerê li Sûriyê bihayê cilûbergan li wî welatî gelek erzan bû, ji ber ku piraniya cilûbergan li navxweya wî welatî dihatin çêkirin, lê niha gelek cilûberên Sûriyê bi giştî û bi taybetî yên Rojavayê Kurdistanê ji derve tên hawirde kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst