Îran: Em di bin zext û gefan de ti peymanan qebûl nakin

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew dê li hemberî zext û gefên navneteweyî serî netewînin û diyar kir ku di van şertan de ew dê ti peyman an jî teahûdnameyan qebûl nekin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî daxuyaniyek da û got:

“Hûn nikarin dewletekê di bin şert û mercên neyasayî de, bi gef û zextê neçar bikin ku peymanekê qebûl bike.

Ne rast e ku mirov li bendê be ku peymaneke wiha berdewam bike.”

Îsmaîl Baqayî da zanîn ku Îran rastî êrişeke leşkerî hatiye û wiha got:

“Îran, tenê ji bo parastina rûmeta xwe, gelê xwe û yekparçeyiya axa xwe tevdigere."

"Îran di bin zext û gefan de ti peymanan qebûl nake"

Baqayî bal kişand li ser rewşa dawî ya li welatê xwe û wiha domand:

“Îran di bin zext û gefan de ti peyman û teahûdnameyan qebûl nake.

Wezareta Karên Derve jî dê nûnertiya îradeya gel û serokatiya Îranê bi awayekî bêkêmasî bidomîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst