Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel di Konferansa Navenda Lêkolînan a Rûdawê de ragihand ku pêvajoya nû ya aştiyê ya li Tirkiyeyê encama geşedanên li Rojhilata Navîn e û got, "Ev pêvajo plvajoya Rojavayê ye."
Bozyel her wiha tekez kir ku divê hemû partiyên Kurdan tevlî pêvajoyê bibin û ji bo çareseriyê destûreke nû were amadekirin.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.
Gelek gelek siyasetmedar û pispor beşdarî konferansê bûn.
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel di panelê de axivî û spasiya Rûdawê kir ku konferanseke wiha girîng li dar xistiye.
"Hewlêr perçeyekî vê pêvajoyê ye"
Bayram Bozyel amaje pê kir ku lidarxistina konferansê li Hewlêrê ne tesaduf e û got:
"Berî her tiştî dixwazim ji Rûdawê re spas bikim. Ev cara duyemîn e ku konferanseke rêkûpêk pêk têt.
Xwezî ev konferans li Tirkiyeyê çêbibûya, lê tiştekî tebîî ye ku Hewlêr jî perçeyekî vê pêvajoyê ye, ne dûrî vê pêvajoyê ye û tiştekî tebîî ye ku konferansên wisa jî çêbike."
"Pêvajo encama bipêşketinên li Rojhilata Navîn e"
Bozyel diyar kir ku pêvajoya heyî ne tenê girêdayî Tirkiyeyê ye û ew perçeyek ji qeyrana sîstema Rojhilata Navîn e ku mesela Kurdan di navenda wê de ye û wiha li pey çû:
"Ev pêvajo, ez dixwazim bibêjim ku ev perçeyekî qeyrana sîstema Rojhilata Navîn e ku navenda wê jî mesela Kurdan e.
91ê de ev qeyran bi awayekî derket, Herêma Kurdistanê azad bû. 2005an de destûreke nû çêbû, Federal Kurdistan pêk hat.
2011an de li Rojava geşedanên nû dest pê kirin. Ji ber vê yekê ev pêvajoya ku li Tirkiyeyê jî dimeşe, di eslê xwe de ji ber encamên geşedanên Rojhilata Navîn e. Divê em vê qebûl bikin.
Eger mirov bala xwe bidivê, di vê pêvajoyê de meseleya Tirkiyeyê, ji meseleya Kurdan zêdetir, meseleya Rojava balê dikişîne.
Ji ber ku min got, berê jî got, ev pêvajo, pêvajoya Rojavayê ye. Eger meriv bibêje pêvajoya Rojavayê ye, ne şaş e. "
"Çekberdana PKKyê gaveke baş e"
Serokê Giştî yê PSKyê anî ziman ku ew çekberdana PKKyê wek gaveke baş dibînin û hemû Kurd ji vê yekê kêfxweş in û got:
"Meseleya çekberdana PKKyê, em gaveke baş dibînin. Serî de, em hemû Kurd keyfxweş in; Kurdên Rojava jî, Rojhilat jî, Başûr jî, belkî herî zêde jî Başûr.
Çimkî wekî ku ev nêzî 40 sal e li Bakur şer û pevçûn hene, barê giran li ser Başûr û Rojava bû. Ji ber vê yekê berdana çekan baş e."
Bozyel da zanîn ku divê çareserî tenê bi çekberdanê re sînordar nemîne û rexne li nêzîkatiya dewleta Tirk girt:
"Lê gel dema peyamên Ocalan û yên dewletê jî dibîne, li wir jî dilsarî û nîgeranî dest pê dike.
Aliyê Kurdan dibêjin şer û pevçûnên 40 salî ji bo vê tiştî bûn, ka netîceya wê çi ye?
Aliyê dewletê jî dibêje, 'Derveyî vekişînê, mesele tenê terorê ye, pê ve girêdayî tiştek nîne, mesela Kurd tuneye.'
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, tu dibêjî wezîrê Tirkiyeyê nîne, wezîrê Sûriyeyê ye. Sûriye wisa ava bibe, Şam wisa ava bibe, destûr wisa be, sîstem wisa be."
"Divê Tirkiye ji nû ve bê avakirin"
Bayram Bozyel tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo çareseriyeke mayînde divê sîstema heyî ya li herêmê biguhere û destûreke nû were amadekirin:
"Divê ev pêvajo bi perspektîfa çêkirina destûreke nû bê meşandin.
Divê em nû ve dîzayn bikin, em nû ve Tirkiyeyeke nû çêkin, em Şameke nû çêkin, em Bexdadeke nû çêkin.
Ne ku yên din rûniştibin û em jî wek peyayan biçin bibin xizmetkarên wan. Eger wisa be, mesela safî nabe.
Mesela Kurd beriya PKKê jî hebû, mesela Kurd mesela 100 salî ye."
"Divê partiyên din ên Kurdan jî tevlî bibin"
Bozyel di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê hemû partî û aliyên Kurd di pêvajoyê de cih bigirin û wiha got:
"Divê ev komîsyon, fikrê partiyên Kurd ên derveyî parlamentoyê jî, fikrê ronakbîran jî, fikrê rewşenbîran jî, fikrê partiyên me yên Kurdistanî jî bigirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse