Îsal li Başûrê Kurdistanê 2 milyon xwendekar diçin dibistanan

18-09-2025
Nîşan Başûrê Kurdistanê Perwerde Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên Rûdawê, li Başûrê Kurdistanê nêzîkî du milyon xwendekaran dê yekşemê dest bi dibistanê bikin.

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Ehmed Germiyanî ji Rûdawê re ragihand:

"Salane li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek û 800 hezar xwendekarî dixwînin lê îsal heta îro Wezareta Perwerdeyê amarên zelal eşkere nekirine."

“Nêzîkî 6 hezar dibistanan hene”

Ehmed Germiyanî derbarê hejmara dibistanan jî got:

"Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 6 hezar dibistanan hene, bi giştî ji sedî 57ê wan li Hewlêr û Dihokê û ji sedî 43yê wan jî li Silêmanî û Helebceyê ne."

Zêdetirî 400 hezar xwendekarî Silêmaniyê li 1,410 dibistanan dixwînin, ev ji bilî perwerdeyên îdareyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ye.

Birêvebirê Giştî yê Perwerdeya Silêmaniyê Nejad Ebdulah ji Rûdawê re got, "Îsal zêdetirî 417 hezar û 345 xwendekar li sînorê me dixwînin."

Li Raperînê 98 hezar xwendekar li 300 navendên xwendinê dixwînin.

Li Dihokê jî 1,470 dibistan hene û zêdetirî 400 hezar xwendekarî li wan de dixwînin.

Xwendina bi Kurdî li herêmên Kurdistanî

Birêvebirê Beşa Xwendina bi Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî ji re ragihand:

"Li Kerkûkê zêdetirî 100 hezar xwendekarî dê sala nû ya xwendinê bi Kurdî bixwînin."

Kameran Elî diyar kir ku li Kerkûkê 557 dibistanên bi Kurdî hene û zêdetirî 8 hezar û 500 mamoste waneyan didin.

Şingal

Birêvebirê Perwerdeya bi Kurdî ya Şingalê Meyser Hecî ji Rûdawê re got:

"Ji bo sala nû ya xwendinê li sînorê me zêdetirî 26 hezar xwendekaran bi Kurdî dixwînin."

Wî da zanîn ku li sînorê wan 105 dibistan hene.

Xaneqîn

Li navçeya Xaneqînê jî beşa Kurdî heye û li gorî agahiyan 3 hezar û 300 mamoste û karmendên wan hene û salane dersa Kurdî didin nêzîkî 5 hezar xwendekaran.

Divê were gotin ku Xaneqînê 32 dibistanên Kurdî hene.

Mexmûr

Li sînorê Mexmûra ku yek ji herêmên Kurdistanî ye jî 86 dibistan hene û zêdetirî 863 mamoste dersê didin.

Sala borî li Mexmûrê 8 hezar û 322 xwendekaran bi Kurdî dixwend.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst