SERHED - Hişkesalî li alarmê dide: Qeşa dihele, çem û gol ziwa dibin

18-09-2025
RÛDAW
Çemê Avareşê / Wêne: AA
Çemê Avareşê / Wêne: AA
Nîşan Hişkesalî Serhed Avareş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, hişkesalî bandoreke xirab li qadên avî dike û ji ber hişkesaliyê avên gol û çeman gelek kêm bûne.

Her wiha ji ber kêmbûna avê metirsî li ser balindeyan jî çêbûye.

Devera Serhedê ku berê yek ji deverên herî sar, têr baran û têr berf ên Bakurê Kurdistanê bû, van salên dawî ketiye bin bandora guherîna avhewayê.

Wekî nîşaneya herî berbiçav a vê guherînê, qeşaya li ser lûtkeya Çiyayê Agirî roj bi roj dihele û biçûk dibe.

Ev rewş rasterast bandorê li çavkaniyên avê yên herêmê dike.

Avareş ku çavkaniya xwe ji avên Çiyayê Agirî werdigire, roj bi roj berteng dibe û ber bi ziwabûnê ve diçe.

"Dê bibe çirav"

Akademîsyena Zanîngeha Îdirê Aysun Altikatê got:

“Ji ber ku qeşaya li Çiyayê Agirî biçûk dibe û ava jê diherike kêm dibe, di encamê de kevza di nav avê de zêde dibe.

Ev tiştek e ku tê payîn. Dema ser avê bê girtin û tîna rojê wernegire, piştî demekê dê bibe çirav.”

Jiyana 300 cureyên balindeyan di metirsiyê de ye

Herêma Îdirê, bi mêrg û çemên xwe, mazûvaniya nêzîkî 300 cureyên teyr û çûkan dike.

Kêmbûna çavkaniyên avê gefeke mezin li ser vê taybetmendiya herêmê çêdike.

Aysun Altikat li ser vê yekê jî got:

“Rewşeke taybet a Avareş û hemû qadên avî yên li Îdirê heye.

Ev der mazûvaniya gelek teyr û çûkên koçber dike. Li vê qadê gelek corên endemîk hene.

Ji ber wê divê guherînên li vê qadê bi taybetî bên lêkolînkirin.”

Herêma Gola Wanê jî di bin bandora hişkesaliyê de ye

Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li herêma Gola Wanê kiriye.

Li gor nexşeya ku ji aliyê Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê ve sala 2022an hatiye belavkirin, herêma rojavayê Gola Wanê di nav qadên hişkesaliya tund a Bakurê Kurdistanê cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst