Tahmên Erdexanê li Stenbolê bûn: Ji peyama aştiyê heta rexneya dengbêjan

10-11-2025
Omer Sonmez
Festîvala Berhemên Erdexanê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Festîvala Berhemên Erdexanê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Erdexan Serhed Sultangazî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê, 6emîn Festîvala Berhemên Erdexanê bi beşdariyeke mezin hat lidarxistin.

Festîval di navbera 5 û 9ê Çiriya Paşîn hat sazkirin û berhemên xwemalî yên Erdexanê yên wekî hingiv, penîrê qaşar û goştê qazê hatin nasandin û peyamên aştî û pêkvejiyanê derketin pêş.

Festîval bi mazûvaniya Şaredariya Sultangaziyê ya Stenbolê hat lidarxistin.

Şaredarê Sultangaziyê Abdurrahman Dursun ji Rûdawê re axivî û got, “Em îro di çarçoveya Festîvala Çandê ya Anadoluyê de, bi heval û birayên xwe yên Erdexanî re hatin cem hev.

Em bi vî awayî xwedî li çand û kevneşopiyên xwe derdikevin.

Erdexan bajarê pêkvejiyana gelên cuda ye û ew bi hev re di nav aramiyê de dijîn. Yanî Erdexan bajarê aştiyê ye.”

Li Stenbolê derdora 300 hezar Erdexanî dijîn. Ji ber vê yekê festîvalên bi vî rengî ji bo xelkê herêmê dibin weke cihê civînê.

Bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê li herêma Serhedê ye û li ser sînorê Gurcistan û Ermenistanê ye.

Li bajêr Kurd, Tirk û pêkhateyên din bi hev re dijîn.

“Çanda Kurdan hatiye paşguhkirin”

Serokê Komeleya Navçeya Goleyê ya Erdexanê Çetin Kiliç got, “Xelkê me zêdetir li Stenbol, Bursa û Konyayê ye. Em li vir jî salê du caran tên cem hev û şahiyan li dar dixin.”

Li gel peyamên pêkvejiyanê, hin beşdarên festîvalê aliyê çandî yê festîval reexne kirin.

Dengbêjê Erdexanî Hozan Berwar jî diyar kir ku di festîvalê de çand û hunera Kurdî hatiye paşxistin û got:

“Em îro ji bo vê şahiyê hatine vir. Ez Hozan Berwar im, kurê dengbêjê nemir Esker Demirbaş im. Ev şahî Kurdewarî nîne. Erdexan bajarekî Serhedî ye, Kurd zêde tê de dijîn.

Îro li vir çand û hunera Kurdî nîne. Ev kêmasiya festîvalê ye. Bila ev jî rexneya min be.”

Festîvala ku 5 rojan dewam kir, bi stranên Kurdî û Tirkî û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst