AMED - Ji ber hişkesaliyê mişk ketine nav zeviyan: Tirs ketiye dilê cotkaran

22-01-2025
Abdulselam Akinci
Cotkarekî ji Amedê / Wêne: Ji dîmenan
Cotkarekî ji Amedê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Amed Hişkesalî Cotkarî Çandinî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji payîzê heta niha ji ber ku baran nebariye zeviyên çandiniyê ketine bin metirsiya hişkesaliyê.

Her çend meha kanûna paşîn e jî li Amedê û bajarên derdora wê, tava zivistanê wekî tava havînê diqijine, erd û asîman ziwa ne û qelşên bêavbûnê li zeviyên çandiniyê ketine.

Genim û ceh ji ber nebûna baranê di nav axê de fetisî mane.

Va ye hindik maye meha kanûna paşîn jî bi dawî bibe lê çiya û banî, deşt û zozan ji ber hişkesaliyê ji hesreta dilopeke baranê dikelin.

Heta niha ev sal ji bo cotkaran gelekî xirab derbas dibe.

Mişkan zeviyên çandiniyê dane ber xwe

Ji ber baran nabere bi milyonan mişkan zeviyên çandiniyê dane ber xwe û kolemişk vedane û zererê didin koka genim û ceh.

Take rêya xilasbûna ji mişkan jî dermankirin e ku ew jî ji bo cotkaran barekî giran e.

“Bi milyonan qulên mişkan vebûne”

Cotkar Mehmet Ozaydin ji Rûdawê re got:

“Kekê va ye tu dibînî meha kanûna paşîn e. Her sal mirov meha kanûna paşîn ji ber şilî û sermaye nikare derkeve derve.

Tu dibînî niha mirov dibêje qey nîva havînê ye. Ji ber çi ye ji ber hişkesaliyê ye.

Li ser her zeviyekê em bejin bi milyonan qulên mişkan çêbûne. Em jî ji sere sibeyê heta êvarê derman dikin.”

Tirs ketiye dilê cotkaran

Hecî Îsmet Demîr jî cotkarekî ji gundê Xozanê yê navçeya Sûrê ya Amedê ye.

Wî îsal li ser rûberê hezar û 500 donim zevî genim û ceh çandiye lê ji ber hişkesaliyê tirseke mezin ketiye dilê wî û ji ber nebûna şiliyê wî ji niha ve dest bi avdaniyê kiriye.

Cotkar Hecî Îsmet Demîr jî got:

“Îsal baran nîne, ji ber baran nîne hişkesalî ye û em jî zeviyên xwe av didin.

Nexwe her sal me meha çaran (nîsan) dest bi avdaniyê dikir. Îsal rewş ne baş e. Ji havînê ve baran nehatiye.

Piçek bariye û hebekî rûyê erde şil kiriye. Binêre kerzekên havînê hîn ziwa ne. Hîna kersek hûr nebûne.”

Li Amedê salane li ser rûberê zêdetirî 7 milyon donim dexl û dan tên çandin.

Li gorî amarên TUIKê sala 2024an li Amedê li ser 3 milyon donim zevî genim û ceh hatiye çandin û milyonek ton genim û 60 hezar ton jî ceh bi dest hatiye.

Lê eger demsal wiha derbas bibe ew bera par dê bi ti awayî pêkan nebe.

“Mexdûriyeke pir mezin heye”

Endezyarê çandiniyê Ferzende Kaya jî got:

“Heta du mehan jî baran xuya nake û mexdûriyeke pir mezin heye. Par ji meha kanûna paşîn heta meha sibatê genim ketibû bi rayan.

Yanî çele dabû û bi temamî yekpare bûbû. Niha zikê erd xuya dike. Yanî genim kok bernedaye erde.

Niha li heremê ji ber hişkesaliyê, mişk hene, zagros hene, kêzik hene, darhişk hene em bêjin nexweşiyên kokê hene ku jê re dibêjin fûsaryûm.

Fîtyûm heye hişkesalî van nexweşiyan teva bi xwe re tîne.”

Cotkar zererê dikin

Di rewşa aboriya heyî de ajotin, tov, derman, gubre, avdanî, heqê bîçerê û mazot jî di tev de lêçûnên donimeke genimê avî derdora 4 hezar û 755 lîreyê Tirkî ye.

Dahata ji donimeke zeviya avî jî di navbera 500 û 600 kîlo genim de ye ku hema zêdetirî 500 kîloyî diçe mesrefan.

Lêçûnên donimeke zeviya bejî jî derdora 3 hezar û 500 lîreyan e.

Di danberhevdanê de diyar dibe ku tevî hemû zehmetiyan rûberê çandiniya bejî jî ya avî jî hev dernaxin û cotkar bi deyndarî sala xwe derbas dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst